Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê workşopek bi hevkariya rêxistina “Elyom Eltalî” derbarê “yasa hejmar 10 û bandora wê li ser xelkê Sûriyê”, bi beşdariya dadwer û parêzer û karîger û destûrdaneran û hejmarek ji şarazayên teknîkî ji sendîka endezyar û bazinên teknîkî û şaredariyan û samanên dewletê û qeyda milkîyetê lidar xist.
Bi dîtina amadebûyan ku yasa hewleke ji bo bi yasakirina tawanên koçberiya neçarî û qeydkirina encamên wê ji bo qeydkirina zevî û samanan li ser navê melakên nû yên alîgirên Rijêmê û rijêma Îranê, bi awayekî ku ev yasa beşdar dibe bi awayekî berfereh di zêdekirina kiryarên guhertina demografî de.
Û beşdarbûyên workşopê tekez kirin ku ev yek destdanîna îranê bi şêwazên leşkerî li ser xaka Sûryê zêde dike, bi rêka rêdana bo kompaniyên îranê ji bo destê xwe danin li ser navçeyên stratîjîk û zindî li Şamê û gundewarê wê û Helebê, û herwiha Himus û Dêrazorê bi behaneya derketina rêxistina DAIŞ’ê li navçeyên wêrankirî.
Amadebûyan çend rasparte danîn, ji wan damezrandina desteyeke cêbicêkar ji bo şopandina guhertinan, û dupatkirina nerewaya rijêma Esed wek desthilateke rewa ji bo derxistina yasayan, tevlî redkirina yasa 10 bi carekî ji ber ku “hewleke ji Rijêmê û Îranê ji bo binpêkirina mafên koçber û penaber û neyarên rijêmê û destdanîna ser milk û mafên wan”.
Û raspardeyan hişyarî dan li ser ku ev yasa dikeve di xizmeta guhertina demografî ya Rijêm pêrew dike de, û herwiha nûavadankirin dikeve di xizmeta milkdarên nû de, û ev yek wê di paşerojê de bibe kosp li pêşiya vegera penaberan li ser cih û warên xwe, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku bi parastina mafên xelkê Sûriyê û milkên wan rabe, û rê li pêşiya bicihkirina pirojeyê Îranê yê mehezbgerî li navçeyê bigire.
Herwiha beşdarbûyên di workşopê de, pêdeçûneke dîrokî li ser yasayên milkîyetê û yasayên nexşe û pilandanan û organîzmkirina avadaniyê ya kar pê dibe pêşkêş kirin, û yasa 10 û yasayên hevşêweyên wê şirove kirin, wek biryara serokatiyê 66 û yasa rêvebirina milk û malên kesên ne li ser milkên xwe ne, û gengeşekirina encamên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî