Komîteya Şopandina Destêwerdanên Îranê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, workşopek li ser rola Îranê ya wêrankar li Sûriyê û bandora wê li ser rewşa meydanî û pêşketinên siyasî lidar xist.
Û di worşopê de hejmarek ji Endamên Desteya Siyasî û ya Giştî her weha kesayetin siyasî û lêkolîner û rojnemevan û çalakvanan beşdarî têde kirin.
Û Hevrêzkarê Komîteyê Fatith Hesûn doseya rolane yaku Komîte bi awayekî mehane li ser binpêkirin û pilanên Îrana dagîrker li Sûriyê derdixe berçav kirin, yaku di riya wê re binpêkirin û destêwerdanên Îranê li Sûriyê dişopîne, ji bo standina tevdîr û rêşûnên pêwîst ji aliyê Hevbendiya Niştimanî û ofîs û rêvebirî û komîteyên pispor ve, ji bo çareserkirina bandorên wê.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Şêwirdariyên Stratîcîk Ehmed Remedan, tekezî li ser giringiya raporê kir, ji ber ku tevaya livên Îranê li ser asta leşkerî û ewlekarî û ketina nava civakê di riya aliyên çandî û olî yên ku pirojeya Îranê xwe di bin de li sûriyê vedişêre dişopîne.
Û tekez kir ku ji bo Îran Sûriyê têxe di bin kontirola xwe de cûrbecûr awayan bikar tîne, û rûberekî ji xwe re li deverê ava dike, û xwe dispêre milîsên mezhebî û yên biyanî, her weha operasyonên guhartina demografî ya berfireh pêk tîne.
Û hejmarek ji gengeşe û pirs û şiroveyan di workşopê de hatin xwendin, û dûv re hejmarek ji temînî û pêşniyarên girêdayê rûbirûbûna desttêwerdana Îranê pêşkêş kirin, ta ku bighêje qewtandina tevaya milîsên mezhebî ji nav xaka Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî