Xelkê parêzgeha Elsiwêda ya Sûrî di herdu rojên bûrî de retkirina xwe ji hilbijartinên serokatiyê yên rijêma Esed dixwaze lidar bixe re anîn ziman, û çalakvanan gotinên bi qerf û tinazî li ser serokê rijêmê Beşar Esed nivîsandin.
Û di hin gotinên tinaz yên dijî hilbijartinên serokatiyê de hat: “Xwe neke berbijêr riswayo”,“Beşraê riswakirî gel ret dike tu xwe bike berbijêr”, “beşar emê te bi mûçûnkan rakin”, “Hilbijartinên te tev fişin, Beşbûşo”, “giyanê şoreşê namire”.
Û xelkê parêzgehê di riya bi dehan nivîsên li ser dîwarên bajêr re tekezî li ser retkirina şanoya hilbijartinên bi nav yên ku serokê rijêmê dixwaze di dema dahatî de lidar bixe kirin.
Û berê jî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ragihandibû ku ew her pirosesa hilbijartinê ret dike ger Beşar Esed an çi kesên tevlî tewanên dijî mirovahiyê bûne ji stûnên desthilatê têde beşdar be, û tekez kir ku hilbijartinên dahatî yên rijêma Esed li Sûriyê ne rewa ne, berî ku jîngeheke ewle û bêalî dabîn bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî