Roja şembiyê, Kombenda Azadîxwazên Sûriyê li Ostarliya daxuyaniyek derxist û da raya giştî û hikûmeta Ostraliya têde “şaşîtiya” êzgeha SBS ya Ostarlî şermezar kir, ji ber encamdana hevpînekê bi Esed re.
Di daxuyaniyê de hat ku Kombend “bi tundî şaşîtiya mezin ya êzgeha xizmetgozariyên taybet SBS ya ketî têde bi encamdana hevpeyvînekê digel Esed şermezar dike, ku Esed di hevpeyvînê de rexne û dijûn li siyaset û hikûmeta Ostraliya kirin”.
Kombendê di daxuyaniyê de, Bişar Esed bi sextekariyê tometbar kir ku di hevdîtinê de tişta li Sûriyê dibe bi berovajî kir, û got: “ku hêjî li Sûriyê tawankarî bi bêşermî tê bikaranîn di dema ku siyasetmedarên Ostraliya mijûlî helbijartinên demokratîk in, ew helbijartin yên ev tawankar wan nas nake ji bilî bi gotin û dijûnan”.
Daxuyaniyê got ku ev hevdîtin xizmeta armanca rêjîmê dike bi dubarekirina rêjîma xwe ya heriftî bi rêka dana derfetek zêrîn, dibe ku ew bi xwe lê digere.
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: ku Bişar Esed dixwaze ku “xwe wek kesekî bêguneh bide xuyakirin, û kuştina bi sedhezaran û wêrankirina miletekî bi tevahî û koçbarkirina bi milyonan bi behaneya dijberiya terorê bide nîşandan”.
Kombendê tekez kir ku hêjî Bişar Esed, bi tundî hemû şêweyên terorê û rojane li pêş raya giştî ya cîhanê pêktîne û bê hebûna hîç karvedanek cidî li hember rawestandina wî”.
Kombenê daxwaza “vekirina doseyeka lêpirsîn û sizakirina berpirsên di ber vî karî de di rêveberiya SBS kir, ji bona ku carek din wek vî karî dubare nebe”, û da zanîn ku tişta bûyî bi xwe piştguhkirina piransîp û rewştên Ostralî û tawankariya Bişar Esed e, bi rexsandina derfetekê bo wî ku têde tohmetan li dijî Ostraliya bêje û wê tometbar bike, di dezgehekê de ku pêwîst e di xizmeta welat de, û bi parastina rewştên demokrasiyê yên têde rabe.
Herwiha kombendê daxwaz jê kir ku lêborînê bixwaze ji herdu gelên Ostraliya û yê Sûriyê û Hikûmeta Ostraliya jî li ser derewên Bişar, yê ku hikûmeta Ostraliya bi têkiliyên nehînî digel xwe tometbar kir, û herwiha daxwaz kir ku şûnwarê vê hevdîtinê ji arşîv û tomargehên vê dezgehê bête rakirin ya şanaziyê bi bêalîbûna xwe dike.
Di dawiyê de got: “ku ev hevdîtin bû sedema torebûn û xemsariya mezin ya hemû kesên zerermend û bi taybetî ji penaberên Sûriyê yên li Ostraliya û yên li welatên din û herwiha ji kesukarên qurbaniyan û girtiyan û kesên mal û samanên wan hatine wêrankirin bi sedema tawankariya Esed û destek û hevalbendên wî”.
Jêder: Hevbendî