Xelkên li pey cenazeyên qurbaniyên teqînên tirorist li parêzgeha Siwêda, duh, berdan çend berpirsiyarên rêjîmê di dema li pey cenazeyan li nîveka bajêr dimeşiyan, ji ber ko rêjîm û berpirsiyarên wê destê wan di operasiyona DAIŞ de heye.
Acansa Simart anî ziman ko pişikdarên cenazeyê berdan parêzer û serpereştên polîsan û serokê şaxa partiya Eb’es yên bi ser rêjîmê ve, dema ew gihan cihê cenazeyan, û dijûn ji wan re gotin, û berpirsiyariya êrîşa rêkxistina DAIŞ li ser bajêr dan ser milê wan.
Çalakvanên bajêr rêjîm û Rûsya tawanbar kirin bi plankirina wan teqînên ko roja çarşemba borî çêbûn, her weha serpereştê Libnanî Welîd Canbilat matmayîna xwe anî ziman derbarê ku çawa ew komên Daiş yên xwekuj bi vê lezê gihiştin hindirê bajarê Siwêda û tawana xwe cîbicî kirin.
Her weha Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê teqînên tiroristî pirotesto kirin, û got ko ew ji nişka ve û berfireh bûn, piştî ko hêzên rêjîmê bêsedem ji gund û bajarokên jêr kontrola xwe li parêzgeha Siwêda vekişiyan.
Û berpirsiyarî da ser milê hêzên Esed , ji ber wan hiştine çekdarên DAIŞ ji deverek dûr werin û hejmarek mezin ji rêbendan derbas bikin û tawana xwe pêkbînin .
Tê destnîşankirin ko hejmara qurbaniyên vê tewana tiroristî gihaye 220 şehîdî, û bi dehan birîndar, hem jî 40 kes ji bajarê Siwêda û gundên rojhelatî parêzgehê windayî ne, jin û zarok jî di nav wan de hene.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî