Endamê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Burhan Xelyûn doz li dewletên Hevpeymana Erebî kir ko qedexekirinê rakin ji ser “radestkirina çekên dijî Firokan ji Artêşa Azad re li Sûriyê”, beamber radestkirina Mûşekên S300 ji Rêjîma Îranî re ya ko destêwerdanê di karûbarê dewletên derdor dike û agir li wan gûr dike.
Xelyûn tekez kir ko” Ev pêngav hêjay e ku Birêveberiya Hevpeymanê bike da ji Mosko re bide xuyakirin ko bi armancên xwe pabend e da ji tundrewiya Îranê re sînorekî deyne ya ko aramiyê li Herêmê bi tevayî têk dibe”.
Xelyûn dibîne ev pêngav ji aliyê Rûsya ve Karekî ev mebest jê hene:
Yekem: navtêdan e ji Îranê re da karibe di siyaseta xwe de berdewam be û li pêşberî daxwazên Navdewletî jê venegere.
duyem: nameyek ji Hevpeymana Erebî û Siûdiyê re ye, ya ko Asifet Elhezim birêve dibe da wan bi texmînên wan hişyar bike û sînorekî ji armanc hêviyên wan re deyne di pêşvebirina siyaseteka Herêmî ya êrîşgkar ku bandora xwe li rewşa Sûriyê û ji bilî wê jî bike. Sêyem : nameyek ji Rojava re ye ko ji wan re cihê Mosko di operasiyona belavkirina rolan de bide zanîn û rola wê ya gerek e bê parastin bimîne, piştî ko rê li ber hêviyên wê hatine girtin.
Jêder: Hevbendî