Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca diyar kir ku daxuyaniyên Rûsiya ku destêwerdana wê ji bona dijayetiya DAÎŞê ye, bitenê xapindin bûn û hewldana bo dirêjkirina jiyê rêjîmeke dad jidest dayî ye, ku sercem şêweyên tawanan li dijî gelê Sûriyê encam daye û cebilxaneya xwe bikar anîye, tevlî vê yekê jî têk çû di şikandina vîna gelê Sûriyê de ya ji bona bidestxistina azadî û rûmeta xwe derket, ku niha rêjîm bitenê 14% ji xaka welat kontrol dike, herwiha ku dagîkeriya Îranê û mêlîşeyên tayifeperist jî nikarîn wî rizgar bikin, û herwiha ew wê mifayê ji destêwerdana Rûsiya jî nebîne, û wê çarenivîsa wî têkşikestin û binketin be.
Xoca şevê dî di kongirekî rojnamevanî di di baregehê Netewên Yekgirtî de tekezî li ser mafê Gelê Sûriyê kir ji bona rizgarkirina welatê xwe ji dagîrkariya dualî ya Rûsiya û Îranê, hevşan ligel têkoşîna wê ji bona bidestanîna armancên şoreşê di azadî û rûmetê de.
Herwiha Xoca tekez kir ku aramanca Hevbendiyê ya serekî pêk tê ji parastina Sivîlan ji dagîrkariya dualî Rûsiya/Îranê, û ji bermîlên rêjîmê û hovîtiya DAÎŞê, piştî çar sal û nîvan ji Şoreşa Sûrî ji êş û azarên piraniya xelkê Sûriyê ji, koçbarkirin, kuştin,eşkencedan, birçîbûn.
Xoca dubare daxwaza dirustkirina navçeyên tenah ji Civaka Navdewletî dike û daxwaz peydakirina seqamgeriyê dike ya dibe fakter bo hikumraniyek sivîl û rê li pêşiya ajawegeriyê bigre ya ku rêjîm û teror û dagîrkarî li ser dijîn, û dazanîn ku Navçeyên tampon take gerantî ye bo rawestandina koçberiya Sûriyan bo welatên din, herwiha ku wê nimûne be bo rêjîmeke sivîl ya firealî, ku wê tê de rêz li jiyana mirov bête girtin û binyatên dewleta yasa û hevwelatîbûnê wê bête avakirin, û wê dubare bizavên niştecêbûn û avakirin û geşepêdanê belav bike.
Xoca êrîşa dijminkarî ya Rûsiya li dijî gelê Sûriyê şermezar kir û hevdem daxwaz ji Civaka Navdewletî kir û bi taybetî ji Netewên Yekgirtî û ji dewletên bi bandor ku vê dijminkariyê pirotisto bikin û daxwaza standina pêgavên pêwîst kir li hember encamdana êrîşên din, û daxwaza derketina sercem hêzên bêyanî ji Sûriya kir (Rûsiya û Îran û DAÎŞ û Hizibulah û çeteyên hevalbendên wan).
Hêjayî gotinê ye ku li beyaniya duhî firokên Rûsiya êrîşek dijminkarî li ser navçeyên gundewarê Himusê pêkanîn ku têde hêç pêgeheke rêxistina terorîst ya DAÎŞê nîne, ku di encama wê êrîşê de 37 sivîlan jiyana xwe jidest dan û di nav wan de 5 zarok û fermanberekî berevaniya sivîl hebûn, herwiha Xoca daxwaza standina sercem rêşûnên pêwîst kir bo parastina sivîlan wek pêgavek pêwîst bo her piroseyek siyasî û qonaxa veguhêz bêhebûna Esed û her encamderekî tawanên şer û tawanên dijemirov .
Jêder:Hevbendî