Di serdaneke Serokê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoca îro bo kampên penaberan yên li ser sînorê Sûriya û Turkiyê di gel serokê Hikûmeta demkî Ehmed Tuˈima û hejmarek ji endamên Hevbendiyê û Hikûmetê , Xoca tekez kir ku “hebûna dagîrkerên îranî li Sûriyê tê wateya ku rijêma Esed hatiye ruxandin û em îro di cenga rizgarkirina Sûriyê de ne”.
Xoca di ahenga bîranîna salvegera çaran ji şoreşa Sûriyê re li kampa Nîzîb got :”çar sal îro ser şoreşa sûriyê re dibûrin ,ew şoreşa ku di destpêkê de aştiyane bû duruşma (Em Tev Destek in) bilind kiribû, û rêjîma Esed bi serkutkirinê beramberî wê derket, ew rijêma ku henasa Sûriyan 50 salî çikandibû hemi hêza xwe ya leşkerî ji bo têkbirina azadiya gelê Sûrî bi kar anî û Xoca weha jî got :”şoreşa Sûriyê hatiye guhertin ji şoreşeke dijî zordariyê bo şoreşeke rizgarkirinê ji dagîrkerên îranî ji Sûriyê re , em îro ne tenê berevaniya Sûriyê û gelê wê dikin lê gelê Sûrî berevaniyê di ber rûmeta neteweyê tevî de dike”.
Serokê Hevbendiyê bi tundî got “tevlî hemi astengiyan em îro li ser sê aniyan şer dikin dijî Daiş û rijêma Esed û dagîrkerên îranî “, û tekezî li ser giringiya yekrêziyê ji bo cîbecîkirina serkeftinê kir û got: “Hevbendî ku îro ew nûnerê siyasî ji şoreş û artêşa Sûrî ya Azad re ye, û ew îro şoreşê û rêxistinên civaka sivîl yên ku ji bo pêşketina gelê Sûriyê kar dikin diparêze”.
Û Xoca behsa “giringiya ku em sûdeyê ji vê qonaxê wergirin di hemi waran de kir, çi di warê xwefêrkirina zimanan de be yan jî di karên dest de be ji ber ku em di qonaxeke awarte de ne û emê nêzîk vegerin Sûriyê “.
Û di dûmahiya ahengê de serokê Hevbendiyê û şandeya pêre sipasiya dewleta Turkiyê û ked û karê wê kirin, û bi taybetî sipasiya rêveberiya kampa Nîzîb û karên wan yê mezin kirin .
Her wiha şandeya Hevbendiyê seredana beşên kampê kirin , di pêşwaziya wî de nûnerê wezareta derve ya Turkî li Entabê û rêveberên kampê hebûn ,û li rewşa dibistanên Seretayî û Amadeyî nerîn ,û li nexweşxaneya kampê û senterên civakî û xizmetguzarî û derûnî û pêşengehek ji wênesaziyên zarokan nerîn ,her wiha serokê Hevbendiyê bi Muxtarên kampê yên Sûrî re civiya û di riya wan re rewşa kampê û pêdiviyên wan nas kirin ,û guftûgoya hemi erk û astengiyê dema bê û giringiya rola penaberên Sûrî di pirojeyên jinûavakirina Sûriyê gengeşe kirin, û Xoca behs kir ku ewî di seredanên xwe yê vê dawiyê bo dewletên Hevalbendên Sûriyê de, hewla cîbecîkirina bajarên berê pîşesazkirî kir yên ku nişteciyan ji serma zivistanê û germa havînê biparêzin, heta ku em agirê cenga Esed dijî Sûriyan vemirînin û em nêzîk vegerin Sûriyê eger Xwedê bêje erê.
Jêder: Hevbendî