Di hevdîtinekê de bi hindek çalakvanên midiyakar û şoreşger re yên ku hevdîtin li ser daxwaza wan hat,Îro; Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Sûriyê pilanên Hevbendiyê û pirojeyên Hikûmeta demkî di qonaxa bê de gengeşe kirin,
Hevdîtin ii bajarê Stembolê hat encamdan bi amadebûna nêzîkî 40 kesayetiyan û têde Serokê Hevbendiya Niştimanî, pilan û pirojeyên paşerojê diyar kirin, û di destpêkê de bal kişand ser pirojeyê çaksaziyên Hevbendiyê û saziyên wê, wek Hikûmeta demkî û desteya Erkanê, û Xoca tekez kir ku Hevbendî û tevlî Saziyên xwe wê kar bo pêşxistina pirojeyên xwe di rajeya Gel û Şoreşa Sûriyê de bikin.
Herwiha tekezî li ser dezgehkirina Artêşa Azad û belavkirina dam û dezgehên Hevbendî û Hikûmetê li ser tevaya qada Sûriyê kir.
Ji aliyê xwe ve çalakvan Ebû Selah got ku ramana hevdîtinê li ser daxwaza çalakvanan hat, û Hevbendiyê daxwaza wan pejirand, û hêvî kir ku sercem saziyên Şoreşê yên siyasî xwe nêzîkî şeqama Sûrî bikin û xwe pêve bikin yek, û herwiha di demên pey hev de, pilan û pirojeyên Hevbendiyê bêne diyarkirin, û di dawiyê de got ku: Em hemû di yek gemiyê de ne û pêwîst e em bi hev re kar bikin bo gihiştina gemiyê ber bi perava asayîyê.
Jêder: Hevbendî