Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Dr. Xalid Xoca da xuyakirin ku Rûsiya 2000 çete rêkirine Sûriyê, û dixwaze vê hejmarê zêdetir bike heta bigihêje 20 hezar çete, û tekez kir ku lîstika ku Potîn dixwaze li Sûriyê bilîze wê di dawiyê de li wî bi neyînî vegere, û dibe ku Rûsiya tûşî çarenivîsa Yekîtiya Sovyêt li Afxanistanê bibe.
Xoca duhî di çavpêketinekê de ligel êzgeha CNN ya tirkî diyar kir ku armanca Rûsiya bihêzkirina Beşar Esed e, da li ser mêza danustandinan bihêz be, û bal kişand ku çareseriya siyasî pêk nayê di dema ku Rûsiya niha Sûriyayê dagîr dike, û tekez kir ku Hevbendî ligel wê narûne li ser mêza danustandinan.
Xoca amaje kir ku çekdarên Artêşa Azad rastî bombebarankirina Rûsiya hatine, herwiha piraniya qurbaniyên wê bombebarankirinê sivîl in, û got ku Rûsiya dizane ku di şer de ew bi êrîşên esmanî yên hovane nikare serbikeve, li dawiyê wê Esed û Rûsiya bi hevre têk bişikin.
Xoca bal kişand ku hejmara çekdarên Artêşa Azad niha nêzîkî 70 hezar çekdarî ye, ev artêş li ser destên efserên cudabûyî ji rêjîma Esed pêk hatiye, û tekez kir ku tişta li Sûriya dibe ne şerek navxweyî ye û da zanîn ku ew destdirêjî û dijminkariya rêjîma Esed li ser gelê Sûriyê ye.
Herwiha Xoca tekez kir ku Beşar Esed ew bitenê berpirsê berdewamiya dijminkariyê ye, û çareserî bi dûrxistina wî ji desthilatê ye, û zelal kir ku nerîna Hevbendiyê her ji destpêkê ve giraniyê dide çareseriya siyasî, lê îro em rûbirûyî du dagîrkeran dibin , Rûsiya û Îran, û ji Cîhanê tê xwestin alîkariya xelkê Sûriyê bikin di rûbirûbûna dagîrkariyê de.
Jêder:Hevbendî