Di riya peywendiyeke telefonê îro sibehê, Xalid Xoce Serokê Hevbendiya Sûrî bi wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oxlo re mijarên siyasî li Sûriyê û Herêmê gotûbêj kirin.
Cawîş Oxlo pîrozbahiya Endamên Desteya Serokatiyê yên ko doh Duşemê ji aliyê Desteya Giştî ve hatin hilbijartin kir.
Her wiha Xoce pîrozbahî ji Wezîrê Derve yê Qeterî Nasir Eletiye bi rêya telefonê wergirt. Bi helkefta dubare-helbijartina wî di rola nû ya Serokatiya Hevbendiyê de .
Eletiye hêvî kir ko Desteya Serokatiyê di rola xwe ya duyem de serkeftinan pêk bîne, dako encamên wan sûdeyê bidin Şoreşa Sûriyê, û hêviyên miletê Sûrî bo azadî û rûmetê cîbicî bibin.
Jêder: Hevbendî