Rêjîm û Rûsya û milîtanên Îranî operasionên xwe yên leşkerî li dijî Der΄a û Şamê û gundewarê wê yên rizgarkirî û taxa Elwe΄ir li Humsê bi kar tînin, û di heman çaxê ko gera nû ya danûstandinên Cinêvê destpê kiriye.
Îro şembiyê di rêya Internetê re Çend endamên şanda opozisyona Sûrî li Cinêvê bi Encûmena xwecihîya taxa Elwe΄ir re civiyan, û axaftina wan li ser tawanên ko rêjîm li dijî Niştecihên taxê bi kar tîne bû.
Herdu aliyan di civîna ko Hevbendiya Niştimanî amade kiribû de, tekez kirin ko hevrêzkariyê berdewam bikim, ji bo dengê niştecihên dorpêçkirî bigihînin civaka navdewletî.
Endamê Hevbendiya Niştimanî Xalid Xoce got, çi operasiyona danûstandinan çêbibe li aliyê din kuştin û koçkirina kotekî bêtir dibe. Destnîşan kir ko ew bi çavdêriya Rûsya dibe ya ko qaşo dibêje ez dabînkera peymana agirbestê me.
Xoce di daxuyaniyeke taybet de îro şembiyê destnîşan kir ko danûstandinan dest bi delîvekirina demê kiriye û bêtir got: “li vir em ne li ser operasiyoneke danûstandinan diaxivin lê belê li ser birêvebirina operasiyoneke siyasî ko rêjîm gotinên xwe yên taybet tê de bikar tîne û ev ji ber sistbûna biryarên navdewletî bi xwe tê ”.
Toreyên xwecihî şehîdbûna dora 43 kesan li piraniya herêmên Sûriyê belgeh kirine, ji encama bombebarana tawankarî û operasiyonên leşkerî yên ko rêjîm û hevalbendên xwe dikin. û hejmaea binpêkirinan 50 bû.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî