Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Xalid Xoce tekez kir ku rizgarkirina Cisr El-şixȗr, pișt re Kargeha Qermȋdan, vekirina dorpȇçkirina Helebê, ȗ serkeftinȇn li Bașȗr, rewșeke siyasȋ ya nȗ ferz dikin, ev yek bi ketȋbeyȇn li ser erdȇ ȗ pȇkhatiyȇn Hevbendiyȇ re tȇ gotubȇjkirin.
Herweha tekez kir ku ji asta bilindahiya biryarên lihevhatina Cinȇv2 a navdewletȋ li ser çȇbȗ kêmtir em nayȇn xwar, ȗ wȇ ew destpȇkek bo gavin siyasȋ din yan pileyek siyasȋ din be.
Xoce bal kișand ser hebȗna helwesteke Xelȋcȋ ya xurt bo piștgiriya pirsgirȇka Sȗrȋ û millet ȗ rikberiya Sȗrȋ û Hevbendiyȇ. Û destnȋșan kir ku nȇzȋkbûna Erebistana Si`ȗdȋ û Tirkiyê pêşdeçûna șoreșȇ ya nȗ xurt dike, baweriyek mezintir dide ku tewerekî nȗ ava dibe, ȗ rola rejȋma Esed di pȇșeroja Sȗriyê de tune ye.
Serokȇ Hevbendiyȇ diyar kir ku dȋnamȋkiya li ser erdȇ bi lez diçe ta radeya ku helwestȇn dewletȇn piștgir jȋ nikarin bighȇnȇ. Ȗ berdewam kir:” Dibe rejȋm di demeke nȇzȋk û netexmînkirî de bikeve “.
Derbarȇ despȇșxeriyȇn pȇșeroȇjȇ, Xoce kȇfxweșiya xwe bi mȇvandariya ” Riyad ” bo kongirekȋ derbarȇ rewșa Sȗrȋ anȋ ziman, ji ber ” Erebistana Si`ȗdȋ mezintirȋn piștgir bo Hevbendiyȇ ye, ȗ asta pileya Erebistana Si’ûdî bo çareseriya Sȗrȋ eynȋ asta Hevbendiyȇ ye”.
Derbarȇ şêwirdariyên Cinȇvȇ, ku biryar heye di 4-15 Gulana bȇ de were lidarxistin, Xoce got: ” Naveroka sereke ya vȇ civȋnȇ dȋtina helwesteke hevbeş ji hevrikiyȇ re ye derbarȇ veguheztina desthiltdariyȇ, hewlwesta me ji destpȇkȇ de diyar e, șȇwirȇn me bi Desteya Hevrȇziyȇ ȗ şepola Avakirina Dewletȇ re hebȗn, belgeyek me bo nerȋna siyasȋ ji 14 bendan pȇk tȇ heye”.
Xoce tekez kir: ” Helwesta me ne tenȇ di belgeyȇ de destnȋșankirȋ ye, lȇbelȇ ji destkeftin ȗ belgeyȇn Encumena Niștimanȋ Sȗrȋ ȇn ku ta niha ketine ser hev de jȋ, asta daxwazên siyasȋ yên Hevbendiyȇ pir zelal e: Hevbendȋ tu rolȇ ji Beșarȇ Esed ȗ toreya ewlehiyȇ di operasyona siyasȋ de naxwaze”.
Jȇder:Hevbendȋ – El – Heyat