Bisedan ciwanên kurd li bajarê Dêrikê û li ser vexwendina ENKSê derketin xwepêşandanê ji bona pirotistokirina kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat ya naskirî bi (PYD)ê, li ser sepandina leşkeriya neçarî li ser keç û ciwanan û revandina çalakvanên sivîl û sepandina boçûn û ramanên tundrew di rêbazên xwendinê de li ser xwendengehên li jêr desthilata wê.
PYDê û bi rêka dezgehên xwe yên asayîşê bi kiryarên tund bersiva xwepêşanderan da, bi danîna rêbendên çekdar li ser derwaz û kolanên serekî yên bajêr û birîna hêlên pêwendiyan û telefûnê, û qedexekirina veguhestina dengê xwepêşandanan ji aliyê dezgeh û kanalên ragihandinê û rojnamevaniya serbixwe, û gefxwarina li peyamnêr û meydakaran bi girtina amûrên wan, tevî sazkirina xwepêşandaneke dijber ji alîgirên xwe yên li gundan.
Ji aliyê xwe ve endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Fû’ad Alîko, kiryarên PYDê şermezar kirin, û da zanîn ku kiryarên wê hevşêweyên kiryarên Hêzên Esed in di belakirina xwepêşenderan de bi şêweyên hovane û rêgirtina li pêş gehandina daxwazan.
Alîko amaje da ku “gelê kurd zerermendtirîn alî ye ji kiryarên tereorîstî yên PYDê, lewra kurd derdikevin bo derbirîna daxwazên xwe yên mafdar û rewa bikin”, hevdem diyar kir ku bêbehrkirina kurdan ji vê yekê “binpêkirinek ji yasaya navdewletî û dadweriya mafên mirov re ye”.
Alîko ku ew bi xwe serkirdeyekî ENKSê ye bal kişand ku “xwepêşandan derewên (PYD)ê eşkere dike dema dibêje ku ew nûnerayetiya kurdan dike û berevaniya mafên wan dike”, dîsa got ku ” hin ajendeyên wê hene ne girêdayî omîd û daxwazên gelê kurd in, ku ew amrazek e di destê rêjîmê de bo şêwandina doza kurdî”.
Hêjayî gotinê ye ku “Tevgera Ciwanên Kurd” ya endam di ENKSê de, hêzên “Asayîş” yên PYDê tometbar kirin bi revandina du serkirdeyên wê binavê Kawa Îsmaîl û Mehmûd Liyanî, û daxwaza “rawestandina kiryarên serkutkirin û girtinê kir” ji aliyê PYDê û rêveberiya wê, ji bona dûrketina ji” xerabtirbûna rewşê”.
Jêder:Hevbendî