Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Gutirish, û Serokê Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî Volkan Poskar û Seroka Encûmena Ewlekariyê ya xola niha Balyoz Linda Thomas Greenfield kir, derbarê bombebarana rijêma Esed û Rûsiya li ser nexweşxaneya Qah û derdora dergehê Bab Elhewa û deverên sivîlî li Bakurê Rojavayê sûriyê.
Û Elherîrî tekez kir ku ji civaka dewletî tê xwestin ku rêşûnên kartêker bistîne, daku dervey reftarên rûsiya yên berdewam derbarê nehêlana Encûmena Ewlekariyê ku bi erkên xwe di rizgarkirina gelê sûrî ji tawanên qirkirinê rabe, û pabendiyên xwe li gor biryarên ji aliyê wê ve derketine cîbicî bike, û karên xwe _ li gorpeymanê_ di parastina ewlekariyê û aştiya navdewletî de cîbicî bike.
Û Elherîrî bal kişand ser ku rastgoya Netewên Yekbûyî di ezmûnê de ye, û got ku berdewamiya bêhtir di rizgarbûna rijêma Esed ji sizayan, çanda standina mafan ji aliyê kesên stemkarî dijî wan pêk tê kûr dike, û gefê dide pêşeroja aştî û aramiyê li deverê û cîhanê.
Û tekez kir ku ev tawan binpêkirineke eşkere ne ji rêkeftinên kêmkirina şer re û tevaya biryarên Encûmena Ewlekariyê yên ku agirbest têde hatiye, û dijî perensîpên yasaya navdewletî û mirovahî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan ne, her weha dijî her çar rêkeftinên Cinêvê û Sîstma Roma ya Bingehîn û rêkeftinên navdewletî yên têkildar in.
Û Elherîrî daxwaz ji hersî aliyan kir ku vê yadnameyê di belgeyên xwe de tomar bikin, û wê li ser nûnerên dewletên endam belav bikin, û dijminkariyên Rûsiya û rijêmê û Îranê û rêxistinên teroristî şermezar bikn, û karê cidî li ser rawestandina wê bike, û rêşûnên kartêker yên pabendiyê bi biryarên navdewletî dikin raghînin, û karê li ser rizgarkirina sivîlên sûrî û parastina wan misoger bike, û rêşûnên sizakirinê yên pêwîst bo nehêlana rizgarbûna kesên tevlî tawanan bûne bistîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya dîtina derfetên vegerandina mafê qurbaniyan, û daxwazkirina ji Rûsiya ku gelê sûrî yên ziyanên darayî û derûnî dîtine qerbo bike kir.
Û Elherîrî daxwaza karê li ser hilanîna nûnertiyê ji ser rijêmê di civatên navdewletî de kir, ji ber ku ew peyman û perensîpên Netewên Yekbûyî binpê dike, an bi kêmanî kar li ser rawestandina rijêma Esed di mafê endamtiyê de bibe, li gor madeyên 5 û 6 ji peymanê.
Û Elherîrî careke din daxwaza piştgiriya rêya siyasî ta bighêje pêkanîna veguhestina siyasî kir, û rê nedin rijêmê ku careke dîtir wê rûyê rawestîne, û cextî li ser çareya ji kok de li sûriyê tê xwestin da bighêjin çareya siyasî û cîbicîkirina tam ya daxwiyaniya Cinêvê û biryarên navdewletî nemaze herdu biryarên 2118 û 2254 û biryarên civata gştî û jê 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî