Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek aresteyî Komîserê Bilind yê Netewên Yekbûyî bo karûbarê penaberan Filippo Grandi, kir, derbarê dijminkariyên ku penaberên Sûrî li Yonanistanê rastiyê tên.
Û Elherîrî di nameya xwe de bal kişand ku ewan dijminkariyan hin karmend li gel giropin nijadperest bi beşdariya cidî ji aliyê desthilata yonanistanê ve pêk hatine, û got ku me hejmarek ji nûçeyan wergirtine têde li ser kuştin an ziyanên bi mebest têne kirin, li gel hin nûçeyan derbarê binpêkirinên mezin dermafê penaberan çêdibin, wek girtina kotekî, îşkence û destdirêşiyên dermafê jin û zarokan û destdirêjiya ser rûmeta mirovahiyê.
Û got ku agahiyên dighînin me tekez dikin ku sedemên şwetandina kampa Moriya li girava Lîsbos ji aliyê hinan ve hate pêketin, ew jî bû sedema awarebûna derdora 13 hezar penaberî, û cext kir ku ev kiryarên dubare li Yonanistanê dighînin asta tewanên dijî mirovahiyê, û got ku divê yên ew kiryar kirine cezayên xwe yên rewa bistînin, li gorî sîstema Roma ya bingehîn, çimkî Yonanistanê wek dewlet li ser wê rêkeftinê îmze kirîye.
Û Elherîrî tekez kir ku sivîlên Sûrî qubaniyên bombebarana rijêma Elesed û Rûsiya û Îranê ne, û got ku ew di pîstirên bobelata mirovahî yaku cîhan piştî cenga cîhanê ya duyem dijîn, û got ku ew vêrgiya nirxê sernekeftina navdewletî di rawestandina êrîşên hovane de didin.
Û Elherîrî got ku sedema sereke ji kêşeya Sûriyan beşar Elesed e, yê bi awayekî berdewam û rêbazkirî pilanê dike û wê pilanê cîbicî dike, daku ji sedî bîst ji gelê Sûriyê bi piştgiriya Rûsiya û Îranê koçber bike, û cext kir ku çareya pirsgirêkê bi şûnwarên wê naye çareserkirin, lê divê ku sedemên wê çareser bibin.
Û tekez kir ku heyanî civaka navdewletî rêzdariya biryarên navdewletî yên ji ber dewletên cîhanê ve hatine derketin bisepîne, erkên parastina pêwîst û rizgarkirina gelê Sûrî her weha rêzgarkirina duristiya saziyên navnetewî dimînin wek berpisyariyeke navdewletî ye, û hemî dewletên endam parê vê berpisyariyê radikin.
Û Elherîrî ji Komîserê Bilind yê Netewên Yekbûyî bo karûbarê penaberan daxwaza veguhastina vê nameyê bo aliyên pispor kir, daku dewletên hatine nîşankirin pabend bin di erkên mirovahî de, û bi erkê xwe derbarê penaberên Sûrî rabin, û tekezî li ser pêwîstiya ku rêz li rêkeftina Cinêvê ya sala 1951 derbarê penaberan were girtin kir.
Û cextî li ser pêwîstiya dadmendiyê ji bo qurbaniyên penaber kir, û ew di warê darayî û derûnî de werin qerbokirin, ji ber ziyanên govdî û derûnî yên gihîştine wan ji ber kiryarên endamên wan dewletan.
Û xwest ku yên tevlî binpêkirinên li gorî salxa di nameyê de hatiy bûne, ku veguhêsin Dadgeha Niştimanî an Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan an Dadgeha Cezayên Navdewletî.
Û tekezî li ser pêwîstiya fişarên rasteqîn li ser rijêmê û Rûsiya û îranê kir, daku êrîşên xwe yên dijminkarî li ser Idlibê rawestînin û vegerin sînorên deverên kêmkirina agir, yên ku di lihevhatinên Astana de hatine nîşankirin, daku xelkê deverê yên jê koçber bûne vegerin deverên xwe.
Û daxwaza destpêkirina bi helmeteke navdewletî bo piştgiriya avakirina devereke ewle li bakurê sûriyê kir, û dest bi rêşûnên ku lêpirsînê derbarê kesên binpêkirin pêkanîne bibe, û nehêlibin ku rijêm û Rûsiya û Îranê ji cezayan rizgar bibin, her weha piştgiriya rasteqîn û cidî û berhemdar bo pirosesa siyasî li gorî biryarên Encûmena Ewlekar nemaze 2254 pêşkêş bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî