Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî Volkan Bozker û Seroka Encûmena Ewlekariyê ya xola niha Balyoz Barbara Woodward kir, derbarê karên dijminkarî yên ku rijêma Esed û piştgirên wê li ser sivîlan li devara Elbab û Elbara û Terhîn li bakurê Sûriyê pêk anîne.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku kiryarên dijminkarî yên ji aliyê Rûsiya û rijêma Esed ve li ser her sê cîgehan pêk hatine, binpêkirin e ji rêkeftina 5ê adarê ya sala 2020an re, yaku tê de hatiye ku divê tevaya çalakiyên leşkerî li devera kêmkirina şer rawestin, û rêkeftin ji aliyê civaka navdewletî ve hate pêşwazîkirin.
Û Elherîrî ji hersê aliyan daxwaza pabendiyê bi yadnameyê di belgeyên xwe de kir, û ku naveroka wê li ser nûnerên dewletên endam belav bikin, û karên dijminkarî yên ku Rûsiya û Rijêm û Îran û rêxistinên terrorist pêk tînin şermezar bikin, û karekî cidî ji bo rawestandina dijminkariyê bibe, û rêşûnên kartêker ên pabendî bi wan bibe derbarê biryarên navdewletî raghînin, daku sivîlan li sûriyê rizgar bikin û biparêzin, û rêşûnên lêpirsînê yên pêwîst bo kesên tevlî tewanan bûne bistînin da ji cezayan rizgar nebin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser pêwîstiya dîtina derfetên dayîna mafê qurbaniyan kir, û ji Rûsiya bixwazin ku kesên ji gelê sûrî yên ku ziyan ji aliyê Rûsiya ve di warê darayî û derûnî de dîtine qerbo bikin.
Û Elherîrî daxwaza kar li ser rakirina mafê nûnertiyê ji ser rijêma Esed di civakên navdewletî de kir, ji ber binpêkirinên wê ji pirensîp û peymanên Netewên Yekbûyî re, an bi kêmanî kar li ser rawestandina mafê endamtiya rijêma Esed li gorî madeyên 5 û 6 ji peymanê bibe.
Û careke din daxwaza piştgiriya xebatên rêya siyasî kir, daku bighêje pêkanîna veguhestina siyasî, û rê nedin rijêmê ku careke din ji kar bixe, û cext kir ku çareya ji kok de li sûriyê divê bighêje çareya siyasî di riya cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re nemaze herdu biryarên 2118 û 2254 û biryarên civata giştî û jê 626/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî