Nesir Elherîrî Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî got: “Yekirina 90 Hêzên Leşkerî di bin ala Encûmena Serperiştiya Şoreşa Sûriyê de, ya ko ji encama destpêşxeriya (We´itesîmû) hat, gaveke durist e û têgihiştina Hêzên Leşkerî dide xuyakirin, û hestê wan yê bilin derbarî erkê ser milê wan ji destpêka Şoreşê de heta îro diyar dike.” Û weha jî got: “Kesek nikare mandelê bike ko ev Ayet yasayeke gerdûnî ye, hîç tu kes nikare ewê piştguh bike.”
Ayeta (We´itesîmû) ya ko Serperiştên Leşkerî ew kirin ketwareke rastîn, Encûmena Şoreşa Sûrî nûneritiya wê dike, ev dide xuya kirin ko xwendineke durist û bi zanîn ji ketwariya xwînewî û bikovan re bûye, ya ko hevwelatiyê Sûrî tê de dijî.
Em pîrozbahiya evê destpêşxeriyê dikin, û ez di evê derfetê de dozê li hemû Serperiştên leşkerî dikim, ko bibin xurtiyek ji yekkirina gotina Sûriyan re çimkî mijar nema bendewariyê dipejirîne, û çi dudilî di standina biryara yekîtiyê de, wê bibe sedema xwînrêjiyeke bêtir û nedanîna sînorekî ji kuştarên Esed re yên ko di dermafê hevwelatiyan de dike.
Jêder: Hevbendî