Serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û çend endamên desteya siyasî digel berpirsiyarê dosya Sûrî yê wezareta derve ya Tirkiyê Mistefa Yordakol civiyan, bi helkefta bidawîhatina karûbarê wî yê doseya Sûriyê, û bûye balyozê Tirkiyê li Pakistanê.
Endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî di gotinên xwe de spasiya berpirsiyarê dosya Sûrî yê wezareta derve ya Tirkiyê kirin û rola wî ya balkêş anîn ziman.
Yordakol di hevdîtinê de got ku tiştê li Sûriyê dibe û yê tête serê miletê Sûrî hêj li tu dewletan çênebûye, û tekez kir ko giringtirîn amanca wan ew e, bidawîanîna derdê miletê Sûrî, ev derdê ji çend salan ve bi ser wan de hatiye.
Yordakol destnîşan kir ko ew di van salên şoreşa Sûriyê de fêr bûn çawa bi qeyranan re bijîn. Destnîşan kir ku ji bo çareserkirina rewşê me danûstandin digel Hevbendiya niştimanî û desthilata demkî kir, û ewê berdewam karê hevbeş ligel Hevbendiya Niştimamî bikin.
Yordakol bêtir got ku Cinêv ji wan re pêşindeya çareserkirina siyasî li Sûriyê ye, û berdewam kir ko Tirkiyê di şeş sal û nîvên borî de bizaveke mezin kir ji bo operasiyona siyasî bipêşve bibe, û ewê berdewam be di piştgiriya pêvajoya Cinêvê de tako bigehên çareseriya siyasî û derdê miletê Sûrî bidawî bibe.
Û got ku divê fişar li rêjîma Esed bên kirin ji bo çareseriya siyasî bipejirîne, û em hewil didin ko bihêlin rêjîm çareserkirina siyasî bipejirîne, di rêya Rûsya re ya ko dikare fişarê bide ser bi riya hêza xwe.
Ji hêla xwe ve serokê Hevbendiya Nişûtimanî Riyad Sêf li ser peywendiyên birayetî yên ko miletê Sûrî û Tirkî bi hev ve girê didin axivî, amaje kir ko peywendiya miletê Sûrî û Tirkî ji yên dewletên din cuda ne, çanda me hevbeş e, berjewendî û têkildarî jî hevbeş in. di heman çaxî de jî Îran bo me dijmin e, û em hevnerîn in ku Rûsya temenê Beşar Elesed dirêj kiriye.
Emîndarê giştî û cîgirê serok û çend endamên desteya siyasî hin pisrs jê kirin derbarê nerîna biraderên Tirk li ser hevdîtina Sûtşî ya ko Rûsya amade dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî