Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Mihemed Yihya Mektebî tundûtûjiya Rêjîma Îranê li bajarê Mehabadê li dijî sivîlan bikar tîne û ya berî wê li Ehwazê pirotesto kir.
Mektebî di Daxuyaniyeke Rojnamevanî de îro roja Înê got: “Wêneyên ko ji Mehabadê tên, qebareya tundûtûjiya Rêjîma Îranê li dijî milet bikar tîne diyar dike. Berî wê jî wêneyên ji Ehwaz hatin dema tevgera gelêrî ji demeke nêzîk ve çê bû, dîmenên hovane yên Rêjîma Esed tîne serê Şoreşgeran ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve di bîra me de tîne, û ev yek diyar dike ko Rêjîma Îranê destê wê di têkbirina Şoreşa gelê Sûriyê de yê doza azadî û rûmetê dike heye.”
Mektebî diyar kir ko Rêjîma Îranê” dest ji bazirganiyê bi xwîna sivîlan û abûriya welatê xwe bernade da timatiyên xwe yên dagîrkirinê bicih bîne, bi hewldana dagîrkirinê û derxistina qeyrana xwe ya hundir bi bal derve de, gelek raportan aşkere kiriye ko aboriya Îranê di çar salên dawî de bipaş ve ketiye û li ber têkçûnê ye”.
Jêder: Hevbendî