Çalakvanên Parêzgeha Siwêdayê, anîn ziman ku kêşeya girtiyên di girtîgehên rijêma Esed de, herdem di xwepêşandanên ku ev zêdetir ji pêncî rojî ye li seranserê parêzgehê têne lidarxistin, amade bûn, û niha jî amade ne.
Û xwepêşanderan li kêleka pankartên ku banga guhertina siyasî û ruxandina rijêmê dikin, pankartek bilind kirin ku navên nêzîkî 30 girtiyên ji xelkê parêzgeha Siwêda têde hene, ewên ku di bin îşkenceyê de di girtîgehên rijêmê de ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de canê xwe ji dest dane, û li gorî çalakvanan piraniya wan girtiyên bîr û baweriyan bûn.
Û Xwepêşanderan li Elqireya li başûrê Siwêdayê, wêneyên qurbanîyên îşkencekirinê di girtîgehên rijêmê de bilind kirin, ew qurbaniyên ku navên wan ji alîyê efserekî ji rijêmê veqetiyabû hatibûn belavkirin, û têde wêneyên girtiyên Sûrî û qurbanîyên ku di bin îşkenceyê de di zindanên rijêmê de hatibûn kuştin belav kirin, û doza wan girtiyan navnîşana herî berçav bû di xwepêşandanên Siwêda de nemaze di herdu rojên dawî de.
Û Xwepêşanderan li meydana Elkarame tekez kirin ku kêşeya girtiyên Sûrî di zindanên rijêma Esed de bi demê re nayê jinavbirin, û amaje bi wê yekê kirin ku desthilatên rijêma Esed tawanên cengê û binpêkirinên metirsîdar yên ku nayên jibîrkirin pêk anîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî