Berevaniya Sivîl a Sûrî tekez kir ku hêzên rijêma Esed û Rusya 149 êrîş li 49 deveran li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn, û di encamê de 9 sivîl hatin kuştin, 6 ji wan zarok bûn, û 27 kesên din birîndar bûn, 15 ji wan zarok bûn.
Û Bombebarankirina dijwar û berdewam ya hêzên rijêmê û Rusya û milîsên ser bi wan ve di rojên bûrî de, bû sedema derbiderbûna sivîlan ji gund û bajarokên Helwancî, Hema, Elsaboniye, Elsuweyda, Elbildiq, Elmuhsinalî, Geneme, Elgendûra li herêma Cerabilus, Elkerêdiyê û Elecemî li herêma Bizaa û Elolaşlî li herêma Babê li gundewarên rojhilatê Helebê.
Û çekên ku di van êrîşan de hatine bikaranîn, li ser 41 êrîşên esmanî yên Rusya dabeş bûn, ku nêzîkî 1000 topên topxaneyan û wek wê hejmarê ji mûşekan jî, û du êrîşên bi mûşekên bi lazerê arastekirî ne, ku pir hûrbîn û wêranker in hatin bikaranîn, û êrîşan kampên rojhilatê Helebê, dibistan, mizgeft û malên welatiyan armanc kirin.
Û Berevaniya Sivîl amaje bi wê yekê kir ku gurkirin û êrîşên terorîstî li ser bakurê rojavayê Sûriyê, aramiya sivîlan li penageha dawî ya bi hezaran malbatên ku ji aliyê hêzên rijêmê û Rusya ve koçber bûne, dixe bin metirsiyê, û ev gurkirin heye ku bibe sedema bobelateke rasteqîn.
Ji destpêka sala 2023an ve heta roja yekşemê 27ê Tebaxê, tîmên Berevaniya Sivîl bersiva 491 êrîşên hêzên rijêmê, Rusya û milîsên ser bi wan ve dane, û di encama êrîşan de 55 kes hatin kuştin, 9 ji wan zarok û 5 jin bûn, û 225 kes birîndar bûn, 78 zarok 32 jin di nav wan de hebûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî