Berevaniya Sivîl a Sûrî, eşkere kir ku êrîşên rijêma Esed û Rusya di pênc rojên bûrî de, bûne sedema kuştina 46 sivîlan, 13 zarok û 9 jin di nav wan de hene, û 213 sivîlên ku 69 zarok û 41 jin di nav wan de hene, ji ber wan êrîşan birîndar bûn, û 2 xwebexşên Berevaniya Sivîl a Sûrî di nav birîndaran de hebûn, dema ku wan karê xwe yê mirovahî dikir, di bombebarana li ser Idlib de birîndar bibûn.
Û rêxistinê amaje bi wê yekê kir ku roja sêyem a gurkirina êrîşan, 6ê cotmehê, roja herî xwîndar bû, û ji encama bombebaranê 15 sivîlên ku 3 zarok û jinek di nav wan de hebûn hatin kuştin, û nêzîkî 80 sivîlî, 24 ji wan zarok û 14 jin bûn, birîndar bûn, ji ber êrîşên terorîstî yên rêbazkirî ji aliyê hêzên rijêmê ve.
Û raporê anî ziman ku 10 navendên perwerdeyê, 9 dibistan û avahiyeke rêvebiriya perwerdehiyê, rastî êrîşan hatin, û 5 êrîşan navendên tenduristiyê bi awayekî rasterast kirin armanc û ziyan li paş xwe hiştin, herweha di encama bombebaranê de 5 mizgeft, 3 kamp, 4 bazarên gelêrî û 4 navendên Berevaniya Sivîl a Sûrî, navendeke tenduristiya jinan û malbatê, stasyonek elektrîkê û 3 avahiyên zeviyên xwedîkirina mirîşkan hatin armanckirin.
Û Berevaniya Sivîl bal kişand ser ku rijêma Esed û Rusya 148 êrîşên bi topxane û mûşek û balafiran pêk anîn, ku têde bisedan top û mûşek hatin bikaranîn, di nav wan de 7 êrîşên asmanî yên Rusya bûn, û 59 êrîşên bi mûşekan û 74ên bi topxaneyan, her wiha 4 êrîşên bi mûşekên ku cebilxaneyên şewtandinê yên li ser asta navdewletî qedexekirî ne pêk hatin, û êrîşek bi mûşekên zemîn-zemîn ên ku bi çekên goşeyî yên qedexekirî barkirî bûn pêk hatin.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî di rapora xwe de tekez kir ku nebûna dadpirsînê û berdewamiya rizgarbûna ji sizadana di ber tawanên ku pêk hatine de, ew e ya ku rê dide rijêma Esed ku di bombebarana taxên niştecihbûnê û avahiyên xizmetguzarî û dibistanan de, bê ku ti rêgirî li pêşiya wan hebe, berdewam bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî