Milîsên terorîst ên PYDe, leşkerkirina zarokan li deverên di bin kontrola xwe de didomînin, tevî plana kar ya ku di sala 2019an de li baregeha Netewên Yekbûyî li Cinêva Swîsreyê hatibû îmzekirin, ya ku ji wan milîsan xwestibû ku leşkerkirina zarokan rawestînin.
Û Ajansa Anadolê di raporteke xwe ya nû de ragihand ku rêxistina terorîst li bakurê rojhilatê Sûriyê zarokên di temenê dibistanê de ji malbatên wan direvîne, ji bo ku tevlî refên xwe bike.
Û dezgehên ragihandinê dîmenên “zarokên şervan” di nav refên milîsên PYD yên terorîst de weşandin, tevî dezgehên ragihandinê yên bi ser wan milîsan ve.
Û Komeleya Serbixweyên Kurd ên Sûrî anî ziman ku çekdarên PYDe di tîrmeha bûrî de 18 zarokên temenê wan di navbera 14 û 17 salan de, birin leşkeriyê, 6 zarok jê li parêzgeha Hesekê, 7 li bajarê Qamişlo û 5 li parêzgeha Helebê.
Û di axaftinekê de li gel ajansa Anadoluyê di 3ê tebaxê da, bavê bi navê Sebah Enter hûrgilî derbarê revandina keça xwe berî bi du salan ji aliyê wê rêxistina terrorist ve pêşkêş kirin, û got ku keça wî di 16 saliya xwe de hat revandin, piştî 4 roj ji çûyîna wê bo kursa perwerdeyê li dibistana bajarê Qamişlo, û tevî gilî û mangirtina li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî û gihandina dengê xwe bo herkesî, lê wî ta niha keça xwe nedîtiye.
Û di 16ê çileyê 2020an de, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî raporek weşand, têde agahî li ser leşkerkirina zarokan li Sûriyê hebûn, û aniye ziman ku zarokên 12 salî yên keç û yên law di kampa derbideran de li bakur rojhilatê Sûriyê ji aliyê milîsên PYDe ya terrorist ve hatine leşkerkirin.
Û di raporta Netewên Yekbûyî de, ya ji bo sala 2022an a bi navê “Zarokên li deverên nakok” hatiye amadekirin, hatiye diyarkirin ku zêdetir ji 1200 zarokî ji aliyê milîsên PYDe yên terorîst ve hatine leşkerkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî