Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe ya mehane ya taybet bi şopandina rewşa mafên mirovan li Sûriyê de, got ku rijêma Esed bi tundûtûjî serederiyê bi xwepêşandan û metingên nerazîbûna ji rewşa debara jiyanê ya xerab li seranserê Sûriyê dike.
Û Raporê di heyva bûrî de kuştina 97 sivîlan di nav de 22 zarok û 3 jin tomar kirine, û di nav qurbaniyan de yek ji kadroyên rojnamevanî hebû, her wiha raporê kuştina 10 kesan bi sedema îşkenceyê tomar kir.
Û Raporê anî ziman ku ne kêmtir ji 223 haletên girtinên kotekî pêk hatine, di nav wan de 14 zarok û 17 jin li Sûriyê di heyva bûrî de, ku rêjeya herî mezin ji wan li ser destê hêzên rijêmê li parêzgehên gundewarê Şamê, û Şama paytext û piştre jî Idlib bû.
Û Raporê bal kişand ser wê yekê ku ne kêmtir ji 9 êrîşan li ser navendên jiyanê yên sivîl hebûn, 7 ji van êrîşan li ser destê hêzên rijêmê bûn, û di nav van êrîşan de, raporê 5 bûyerên êrîşan li ser navendên perwerdehiyê belge kirin.
Û Raporê xwepêşandanên ku bi hezaran welatiyên herdu parêzgehên Deraa û Siwêda têde bûn şopandin, herweha tevgerên din ên xwpêşandanan li Şam, gundewarê Şamê, Laziqiyê, Tertûs û Helebê, û bal kişand ser ku gelek xwepêşandanvanan dîtin ku Beşar Esed di ber rewşa xirab li welêt berpisyar e, û daxwaza guhertina rijêmê kirin.
Û Raporê daxwaza standina rêşûnên zêdetir piştî derketina biryara jimare 2254 ji Encûmena Ewlekariyê kir, û cextî li ser pêwîstiya radestkirina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizakirina hemû aliyên beşdar di nav wan de rijêma Rusya kir, piştî beşdarbûna wê di pêkanîna tawanên cengê de hate çespandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî