Îro çarşemê xwepêşander ji gelek deverên parêzgehê giheştin meydana Elkerame ya navenda bajarê Siwêdayê, da ku beşdariyê di xwepêşandanên ku daxwaza guhertina siyasî de bikin.
Û Xwepêşanderan îro pankart bilind kirin û li ser hinan ji wan pankartan nivîsîbûn: (Sûryayek ji hemû Sûriyan re. Sûriya azad e, azad e, Beşar derkeve derve. Şoreşa rûmetê. Eşkerekirina çarenivîsa windakiriyên kotekî. Azadiya sivîl û siyasî mafek e. Ê sûrî be bila destê xwe hilde… Beşar êdî nema bikêr tê).
Û xwepêşanderan tekezî li ser berdewamiya xwepêşandanan heta barkirina rijêmê û pêwîstiya veguhestina siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û aktîvkirina biryara 2118, û birina tawanbarên tawanên cengê yên li dijî gelê Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û serbestberdana girtiyan kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî