Xwepêşandanên xelkê parêzgeha Siwêdayê, îro duşemê, li qada Elkerame li navenda bajêr, bo daxwaza guhertina siyasî û cîbicîkirina biryara navnetewî 2254, berdewam in.
Û girûpên ji xelkê gundê Elcinêne yên ku îro gihiştine qada Elkerame da ku beşdariyê di xwepêşandanê de bikin, tekez kirin ku ji mafê wan e ku di ewlehî û aştiyê de û di bin siya dewleta dadwerî û yasayê de bijîn, û gotin ku ji mafê me ye ku em pêşeroja zarokên xwe dabîn bikin, em naxwazin ku zarokên me piştî mezinbûna xwe aware bibin.
Û duh li Australiayê mangirtineke piştgiriyê ji aliyê Revenda Sûrî ve derket, û têde hevkariya xwe li gel tevgera gel li siwêda anîn ziman, û xanim Rîma filêhan daxwiyaniyek xwend, têde cextî li ser daxwazên tevgerê yên guhertina siyasî û cîbicîkirina biryara navnetewî 2254an kirin.
Hêjayî gotinê ye ku xwepêşanderên parêzgeha Siwêda, tekeziyê li ser berdewamiya xwepêşandanan heta barkirina rijêmê û pêwîstiya veguhestina siyasî li gor biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî û aktîvkirina biryara 2118, û birina tawanbarên tawanên cengê yên li dijî gelê Sûriyê bo Dadgeha Tawanên Navdewletî û serbestberdana girtiyan dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî