Xwepêşandanên xelkê parêzgeha Siwêda di roja nehan de li pey hev berdewam dikin, û xwepêşander her roj di jivana rojane de katijmêr 11 sibehê berve meydana Elseyr/ Elkerame diçin, da ku tekeziyê li ser daxwazên gel di barkirina rijêma Beşar Esed û guherîna siyasî de bikin.
Û girûpên ciwanan li seranserê bajarê Siwêda, sibeha îro belav bûn, da ku bêhtirê saziyên hikûmetê bên girtin, berî ku Jivana werza xwendinê ya fermî dest pê bike, û girûpên ciwanan her roj li ser rêyên gundên sereke dicivin, da ku beşekî ji rêyan bi tekerên sotandî bigrin, weku îro li gundê Merdek li gundewarê Siwêda pêk tê.
Û ji destpêka xwepêşandanan de xwepêşandan li parêzgehê herdû bajarên Şehba û Selxed derdikevin, û bal tê kişandin ser wê yekê ku xelk di xwepêşandanan de li meydana Elkerame stranên şoreşgerî diafirînin.
Û duh roja yekşemê li bajarokên Selîm, Milih, Elsora Elsegîra, Elkefir, Elmejdel, Imtan, Elqireya, Zîbîn, Um Rîwaq, Elhiweya û Elseele û bajarên dîtir mangirtinên nerazîbûnê derketin, her wiha xelkê gundên Simîd, Elxersa, Qim, Um Elzêton, Micadil û Erîqa û gelek ji xelkên gundên derdorê di mangirtina li gundê Dama de beşdarî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî