Semîr Ce´ce´, serokê Partiya Hêzên Libnanê, tekez kir ku sedema arîşeya Ersal ew e”pişkdariya Hizubllah di şerê di hidurê Sûriya de”, û amaje kir ku “heta Hizubllah berdewam be di pilana xwe di Sûriya de, wê artêş tûşî êrîşan bibe, Em hemû alîgiriya artêşê dikin, lê çareserî di vekêşana Hizubllah ji Sûriyê de ye û pêkanîna biryara 1701 bi temamî, û girtina Sînor”. Herwiha Ce´ce´ rewşa ewlekariya Ersal bi “pir metirsîdar ” da zanîn û heye ku vegire hin deverên dîtir. û dît ku “rewş li Sûriya bê aso ye heta demeke nediyar, ku şerekî bê rawstan dibe, û herwiha rewşa Îraqê ne baştire ji ya Sûryê, û şer berdewame û di demek diyar de hîç çareserî nîne”. û dupat kir ku ev bûyer hemû Libnanê têxin di sîbera navçeyek teqyayî de, û dawî bi gotina xwe anî û got: “Mixabin li jêr sîbera nebûna dewleteka birastî di Libnanê de, em nikarin pêşbîniya paşerojeke nêzîk bikin, em bihêvî ne welatê me ji vê qeyranê bi kêmtirîn ziyan derkeve”. hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Nîştimanî di daxuyaniyek berê de tekez kiribû ku:” destêwerdana Hizubllah û alîkariya wê bo rêjîma Esed di şerê dijî gelê Sûrî de, rewşek tevlîheviyê afirand, li ser sinorê Libanan-Sûriya, hinek tema kirin ku têperiya aramî û ewlehî û serweriya Libnanê bikin, lewra û wek çendîn caran Hevbendiyê hoşyarî dan, ku mana Esed di desthilatê de û berdewamiya Hizbullah di şandina çekdarên xwe bo alîkariya Esed û pişkdariya wê di serkodkirina gel û girtina devê azdîxwazan de, wê ne tenê Libnanê bikişîne milmilaneyê, lê wê asayî û aramiya deverê bi temamî bêxe metirsiyê “.
Jêder: Hevbendî + Elnehar