Mûzexaneyên Qeterê xwe amade dikin bo giringiyê bidin şûnwarên dîrokî yên Sûrî li pêşingeha bi navê ‘’Sûriya Selamen’’, bo bala xelkê bikişînin ser pêmayên dîrokî yên Sûrî yên ko pir ziyan gihaye wan bi sedema tiştê li Sûriyê bûye û dibe, ji ber bombebarana bêserûber ya hêzên rêjîma Esed û herdu hevalbendên wê Rûsya û Îran.
Pêşengeh dê li 22 vê heyvê çêbibe, û wê li ser dîroka çanda Sûrî ya pir kevnare be, û dê rola giring ya ko Sûriyê pê rabûye ji bo zengînkirina tevgera hunerî ya cîhanî nîşan bide, û roniyê bide ser rola Sûriyê di şaristaniya cîhanê de.
Pêşengeh bêtir ji 100 parçeyên hunerî Sûrî ko berî serdema Islamê ne, hem jî tabloyên rojhelatnasan û wêneyên fotografî û hin tiştên Islamî Sûrî yên kêm peyda dibin, ji wan jî kopiyên Quranê yên kevin û reşbelekên sedsalên navîn û karên cam û ferfûrî û tevnehûn û pilatê rengîn pêşkêş bike.
Û dê pêşingeh cihên pêmayên cîhanî yên li Sûriyê yên li Şam û Tedmurê û keleha Helebê bi mêvanan bide nasîn, bi rêya berhemekî sînemayê yê ko kompaniya “Iconem” ya firensî teybet bo vê pêşingehê amade kiriye.
Netewên yekgirtî di raportekê de dawiya sala 2014ê aniye ziman ko dora 300 cihên arkolojî yên Sûrî hene, û di serî de pêmayên Islamî li hemû herêmên Sûrî, û bajarê dîrokî li Tedmurê yek ji giringtirîn cihên dîrokî yê cîhanî ye, û pêmayên Yûnanî li Efamiya ji adara 2011ê ve ketine ber wêranî û talankirinê.
Tête destnîşankirin ko bombebarana bêserûber ya hêzên rêjîmê giringtirîn sedema têkbirina pêmayên Sûrî ye, bombeyên rêjîmê li ser bajar û bajarokên Sûriyê di salên bûrî de têtin xwar, û berdewamiya bombebarana rêbazkirî li ser bajarê Sûrî lîsteya ziyanan mezintir dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî