Rêkxistina Lêbûrîna Navnetewî“Emînistî“ tekez kir ko Rêjîma Esed û Rûsya Nexweşxanan bi istratîciya xwe ya cengê amanc dikin, ew jî li gora belgeh û pêzanînên ko Rêkxistinê bidest xistine, hem got ko “Ev Babet pêşî tewankarî ye di derheqê mirovantiyê de, û hem jî binpêkirineke diyar e ji yasaya navdewletî ya mafên mirovan re.”
Rêkxistina Lêbûrîna Navnetewî, hevdîtin digel Bijîşkan kirine û dîdevanî jî dane hev û hemûyan tekez kirine “çi faytonên leşkerî an Rêbendên ewlekarî an çekdar û şervan li sînorên Nexweşxaneyên amanckirî tune bûn.” li gora ko televizyona Elerebiyê Elhedes doh weşandibû.
Eminîstî êrîşên li ser Nexweşxanên Helebê ji meha Çêriya pêşî 2015an heta Sibata 2016an belegeh kirine, hejmara wan heft nexweşxane ne ew jî ev in: Nexweşxana Til Rifet ya meydanî, Navenda Til Rifet ya ji bo Kêmendaman, Navenda Til Rifet ya ji bo jinûve-bikarînkirina Nexweşan, hem jî nexweşxana Misqan ya meydanî û Navenda Indan ya jinûve-bikarînkirina Nexweşan, Nexweşxana Elhadir û ya Elîs wêran kirine.
Lê yên ko bombebaranê yekser ji aliyê Rêjîma Esed û Rûsya ew amanc kirine û parek ji wan wêran bûye çar in: Nexweşxana Izaz ya Jin û Zarokan, û Nexweşxana Hirêtan- Begdad hem jî Nexweşxana Indan ya meydanî û Nexweşxana xwendina berdestê bijîşkiyê
Rêxistinê gotina Rûsya ko dibêje ew sivîlan amanc nake nerast derxist, rêkxistin dibêje Firokên Rêjîma Esed û Rûsya bi belgehên Nexweşxane û Navendên Bijîşkî amanc kirine.
Jêder: Hevbendî