Rojnama “The Wall Street Journal” di raportekê de, hejmarek ji çîrokên welatiyên sivîl yên belgeyên nasnameyê û yên hevjîniyê û qeydkirina navên zarokan li rex wan tune ne belav kir, û li gorî rojnameyê ev yek vegerand sedema ku rejîma Esed çi belgeyên fermî nade dijberên xwe.
Rojnamevan Reca Abdul Rehîm, di raporta xwe de bal kişand ku rejîma Esed bi awayekî sereke bi rêya “deftara malbatê” hewla riswakirina welatiyan dide, û diyar kir ku rêjîmê desthilateke din bi awayên hovane li ser welatiyan sepandiye, piştî kontrolkirina deverên berfireh yên di destê şoreşgeran de.
Di raportê de hatiye ku sebaret rejîmê, her welatîyekî sûrî ku navê wî di “deftera malbatê” de bi awayekî fermî nehatibe tomarkirin ew tine ye, û destûr jê re nayê dan ku bikeve di dibistanan û nexweşxaneyan de û sûd ji çi xizmetan wernagir e.
Raportê amaje bi çîroka Miryem dike, ew dayîkeka sûrî ya diya sê zarokan e, wê bi qasî salekê hewl da ji bo qeydkirina navên du zarokên xwe, lê astengiya hovane ew e, dayik nikare nasnameya bavê wan yê bi destê rejîmê hatiye kuştin piştrast bike.
Raportê diyar kiriye ku zehmetiya ku Miryem û sivîlên din yên li deverên rizgarkirî dijîn dikşînin, zehmetiya bidestxistina belgeyên pêwîst e, ku di vir de trajediya welatiyên sûrî yên ketine ber peymanên çareseriya bi darê zorê xuya dike, û diyar kir ku “Divê xelkê sûriyê sebrê bikişînin heta hatina dewleta Esed careke din bi hemû awayên xwe ve”.
Rojnameyê diyar kiriye ku her mêr û jinek hevjîniyê bikin divê ew deftara malbatê derxînin , lê ji bo kesên ji derveyî navçeyên di destê rêjîmê de, pêdivî bi parêzer û dîdevan û bi diravekî gelek heye, û gelek caran hemû kes nikarin peyda bikin.
Û raportê diyar kiriye ku hin welatiyan bi carekî xwe qeyd nekirine, ji ber tirs û nîgeraniya wê ji têkiliya bi hikûmeta Esed re, û di dema serdana sazî û ofîsên hikûmetê de ji binçavkirina xwe ditirsin.
Rojnameya “The Wall Street Journal” di dawiya raporta xwe de behsa trajediya Miryemê dike, ku hevşêweyê trajediya bi hezaran jin û mêrên Sûriyê ye, û dibêje: “Gelek kes li Şamê hene hest bi aloziyên me yên em tê re derbas dibin nakin, dema em dixwazin bibin hemwelatiyên asayî”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê / Erebî 21