Razgirȇ Giștȋ ȇ Netewȇn Yekbȗyȋ Ban Kȋ Mon haydarȋ li ser “Hȇlana Cȋhanȇ”ji Milletȇ Sȗrȋ re da, ȗ ji Civaka Navdewletî xwest ku “xebatine vebir” bikin ji bo danîna sînorekî ji șerȇ Esed dijȋ milatȇ Sȗrȋ re yê ji berȋ çar salan ve berdewam e.
Ban Kȋ Mon di daxuyaniya xwe ya duh de got” Milletȇ Sȗrȋ di dema ku cenga wî dikeve sala pȇncan de ji șerê wȇrankirina welat, rojbiroj hest dike ku cȋhanȇ dest jȇ berdaye “.
Razgirȇ Giștȋ ȇ Rȇxistina Navdewletȋ ji Encumena Navdewletȋ xwest pirsgirȇka bumbebarankirina bi bermȋlȇn teqȋner ȇn ku sivȋlan armanc dikin çareser bike, her weha dorpȇçkirina deveran û qedexekirna xizmetguzariyan ji ser welatiyan rawestȋne, ȗ di daxuyaniya xwe de pȇnc tevdîrên sereke destnȋșan kirin, ji wan vekirina dorpȇçkirinȇ ji ser 212 Hezar sivȋlȋ, misogerkirina gihiștina alȋkariyȇn tenduristȋ, ȗ dubare avakirina sîstema perwerdeyê.
Di raporeke piștgir ji xwestekȇn Ban Kȋmon re bi şêweyek ne yekser, navnȋșana wȇ” Gunehȇ Tȇkçȗnȇ Li Sȗryayȇ” 21 rȇxistinȇn mafnasȋ, nekarȋna dewletan di pȇkanȋna biryarȇn Encumena Ewlehiya Navdewletȋ ku ji armancên wȇ parastina sivȋlȇn ku șer jiyana wan wȇran kiriye rexne kirin. Ȗ sȇ biryarȇn Netewȇn Yekbȗyȋ di sala 2014an de ku doza parastina sivȋlan dikir, ȗ rȇdana bo karȋna melyonȇn Sȗryan alȋkariyȇ bidest bixin di bȋr de anȋ.
Raporȇ berdewam kir, biryar ȗ hȇviyȇn tê de ji bo Sȗriyan li ber ba çȗn, bi destê Esed ȗ hindek ji dewletȇn dȋ ȇn di Netewȇn Yekbȗyȋ de ȗ Encumena Ewlehiya Navdewletȋ de endam in hatin pașguhkirin ȗ wȇrankirin.
Ji hȇleke dȋ ve berdevkȇ fermȋ bi navȇ Hevbemdiya Niștmanȋ Sȗrȋ Salim El – Mislit ji Civaka Navdewletȋ xwest:” Pirsiyariya xwe a tekȗz derbarȇ rewșa Sȗrȋ hilgre” ȗ tekez kir li ser ” Pȇwistiya avêtina gavin aktȋv bo Artȇșa Sȗrȋ a Azad ku bikaribe berevaniya di ber sivȋlan de bike, di riwȇ firokȇn Esed ku bermȋlȇn teqȋner diavȇjin çi bi Xaza Kilorȇ bin yan na, ȗ șerma ku Civaka Navdewletȋ kir dema ku dȋt radestkirina çekȇ tawanȇ awayȇ sezakirina kesȇ tawankar e careke dȋ dȗbare neke”.
Herweha ji Encumena Ewlehiyȇ xwest: ” Biryarekȇ di bin bendȇ Heftan de derȋne, ta rejȋma Esed mecbȗr bike ȗ çareyeke dadperest ferz bike, ew jȋ di riya gavin yekser ku parastina sivȋlan li Sȗryayȇ li gor yasaya navdewletȋ misoger bike”.
Jȇder: Hevbendȋ