Serokê partiya Hêzên Libnanî Semîr Ce’ce’, bi tundî rexne li milîtanên hizbulaha tirorist û her weha li hewildanên hin hêzên siyasî yên Libnanî ko ji nû ve dixwazin peywendiyên xwe bi rêjîma Esed re deynin kirin.
Di gotarekê de bi helkefta vejandina bîranîna berxwedana Libnanî, Ce’ce’ tekez kir ko çi çareseriya siyasî li Sûriyê biser nakeve, eger biryarên kongirê Cinêva1 û 2 cîbicî nebin, û dibîne ko Daişbûna rêjîma Beşar Elesed nekêmî ya rêkxistina Da’işê ye.
Ce’ce’ daxwaza pûçkirina “Peymana biratî û hevkarî û hevrêzkariyê” ya di navbera Libnan û rêjîma Esed e kir, ya li gora serokê hêzên Libnanî got ku ew peyman di dema dagîrkeriya rêjîma Esed ji Libnanê re çêbibû.
Ce’ce’ got ku milîtanên hizbulah rewayetî binpê kir û dijminkariya piraniya hevalên Libnanê li rojhilat û rojava kiriye, û bûye sedema gelek siza û bobelatan ji Libnanê re, û got:“divê sînorek ji vê durûtiyê re bête danîn”.
Ce’ce’ daxwaz kir ko hêsîr û girtiyên Libnanî yên di zindanên Esed de bêne berdan, û pêşî Bitris Xond, berî hewildana pêkanîna peymanan bi hemû cûreyên xwe ve digel rêjîma Esed, û bal kêşand ser ku divê rê li ber çi hewildanên peywendiyan li gel Esed bête girtin.
Ce’ce’ hizbulaha tirorist bi hêsankirina derketina tiroristan tawanbar kir, ji berî çend demjimêran ji dorpêçkirina artêşa Libnanî ji devrên wan re di şerê “Cirûd Ersal” de, di heman çaxî de nerazîbûna xwe diyar kir ji behaneyên ko hizbulah ji lihevhatinê re derdixistin , û Ce’ce’ berevaniya artêşa Libnanî kir û daxwaz kir ko rola xwe firehtir bike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elqudis Elerebî