Serkirdeyȇ Libnanȋ Welȋd Cinbilat got ku ew bi riswabûnê diheste ji ber radeya ku Esed Artȇșa Sȗrȋ gihandiyȇ dema dibîne Wezȋrȇ Berevaniya ” Artȇşa mayȋ, lavlava alîkaiyê ji ceneralȇn Kesra dike”.
Cenbilat berdewam kir: ” Ez bi riswabûnê hest dibim dema dibînim Artȇșa sȗrȋ bi vȋ șȇweyȋ bidawȋ bibe, ez ji yȇn dȗr ȗ nȇzȋk re li ser rejȋma Sȗrȋ ȗ wȇranbûna Artȇșa Sȗrȋ ji ber bikaranȋna wȇ dijȋ milletê Sȗrȋ diaxivim, çendȋ bi riswabûnê hest dibim dema ez dibȋnim taximȇ cilê leşkerî yê Sȗriya Ereb lavlavên alȋkariyȇ ji ceneralȇn Kesra dike “.
Cenbilat tekez kir ku:” Mȋr Si`ȗd El-Feysel ne șaș bȗ dema ku got Sȗrȋ weletekȋ dagȋrkirȋ ye”.
Ȗ got: ” Min lehengiya vȇ artȇșȇ di șerȇ 1973an ȗ 1982an de nas kiriye, tevlȋ pozbilindiya Israȋlê, ȗ di șerȇn Sultan Ye`qȗb, Eyn Zehelta, Beyrȗt, ȗ gelek deverên dȋ”.
Cenbilat wisa pȇ de çȗ: ” Ez pir naaxivim, ji ber mijar dirȇj e, lȇ fermandarȇ Sȗrȋ welat ȗ artȇșa xwe wȇran kirin, ȗ dawiya Sȗrȋ anȋ, lȇ çiqas zeman dirȇj bibe, tekez wȇ elendek nȗ ji milletȇ Sȗrȋ ȇ bi rȗmet re were”.
Lȇ serkirdeyȇ Libnanȋ tekez kir ku ” Wȇ roj were, Sȗrya ji zilm ȗ zora rejȋma Esed rizgar bibe, ȗ Filestȋn ji Israȋl rizgar bibe”.
Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ dȋt ku șoreșa Sȗrȋ :” nema tenȇ tȇkoșȋna bo pȇkanȋna rȗmeta milletȇ Sȗrȋ ȗ gihandina wȋ bo asta şaristaniyên serdemȇ ye, lȇ bȗye șerȇ rizgarkirinȇ dijȋ dagȋrkerekȋ biyan”. Ew jȋ Iran ȗ milișiyȇn regezperist yên ji paş sȋnoran hatine, ȗ dȋt ku Beșarȇ Esed tenȇ rȇvebirȇ cȋbicȋkirinȇ ji berjewendiyȇn Iranȋ li sȗryayȇ ye.
Hevbendiyȇ di daxuyaniyek berȋ niha de ji Encumena Ewlehiyȇ xwestibȗ ku biryarekê derȋne bo rejȋma Iranȋ hȇzȇn xwe yȇn leșkerȋ yȇn dagȋrker ji Sȗryayȇ di bin beșȇ heftan de bikișȋne.
Herweha Xoce tekez kir: ” Ku șoreșa Sȗrȋ di qonaxek guhertina nȗ re derbas dibe di sala xwe ya Pȇncan de, ew jȋ qonaxa rizgarkirinȇ ye, piștȋ ku rejȋma Esed movikȇn dewletȇ radestȋ Iranê kirin, ȗ birȇvebiriya șer da destȇ Qasim Silȇmanȋ serokê Feyleqa Quds ya Pasvanȇn șoreșgerȇn Iranȋ “.
Jȇder: Hevbendȋ