Endamȇn Encumena Ewlehiya Navdewletȋ di civȋneke girtȋ de roja Pȇncșembȇ, li dîdevaniyên bikaranȋna xaza Kilorȇ ji hȇla rejȋma Esed li Sȗryayȇ guhdarî kirin, parçeyek vȋdyo mirina sȇ zarokan diyar kir, mezinȇ wan sȇ salȋ bȗ, ji ber hilmkêşana Xaza Kilora Jehirdar piștȋ bumbebarankirina rejȋmȇ ji bajarokȇ Sermȋn li gundewarȇ Idlibȇ roja 16ȇ Avdara bȗrȋ.
D. Zahir Sehlȗl piștȋ bidawȋbȗna civȋnȇ ji rojnamevanan re ragihand, ku hemȗ endamȇn encumenȇ, ji bilȋ Rȗsya, çȋn, ȗ Venzwȇla, daxwaza sizakirina berpirsyarên li ser ȇrȋșȇ anȋn ziman, ȗ Sehlȗl ji Civaka Navdewletȋ xwest ku tevgerȇ di vȇ çarçoveyȇ de bikin.
Sehlȗl ȗ ” D.Mihemed Tinarȋ” ku beșdarȋ di gotina dîdevaniyê de kiribû, ku wȇ serdana wargeha șanda Rȗsȋ a Netewȇn Yekbȗyȋ bikin, da wan han bidin ku Vȋto dijȋ biryarȇn navdewletȋ ku gava rȗbrȗbȗna rejȋma Esed di wan de heye bikar neynin.
Balyozȇ Emrȋkȋ li gel Netewȇn Yekbȗyȋ “Samensa Bawer” piștȋ civȋnȇ got: ” Hemȗ kesȇn beşdar bi tiștȇ ku dȋtin ȇșiyan, tekez kir ku divȇ encumen perçebȗnȇn xwe li paş xwe bihêle, û gavan dijȋ ȇrȋșȇn kȋmawȋ ȇn rejȋmȇ Esed bavêjin”.
Cȋgirȇ Serokȇ Hevbendiya Niștimanȋ Hișam Merwa tekez kir ku berpirsyariya Encumena Ewlehiya Navdewletȋ:” li ser ferz dike bendȇn biryara dawȋ nemre 2209 bicȋ bȋne, ku biryar Xaza Kilorê bȗjenek jehrdar dibîne, ȗ çekek kȋmawȋ ye, herweha bikaranȋna wȇ di warȇ leșkerȋ de binpȇkirinek beloq e ji yasaya navdewletȋ ȗ biryara nemre 2118 re”.
Merwa bal kișand ku biryar 2209 di her du bendȇn șeș ȗ heftan de tekez dike ku kesên berpirsyar di ber bikaranȋna çekȇn kȋmawȋ de, ȗ di nav de Xaza Kilorȇ divȇ werine cezakirin, ȗ eger bi fermanȇn biryara 2118 nekin divȇ Encumena Ewlehiyȇ sizakirinê li gor beșȇ heftan ji belgeya Netewȇn Yekbȗyȋ li dijî wan pêk bîne.
Jȇder: Hevbendȋ – Wekalat.