Wezȋrȇ Derve ȇ Firensȋ Loran Fabyos got ” Awayȇ ku Beșarȇ Esed xwepȇșandanȇ li Sȗryayȇ ji destpȇkȇ de danustendin bi wan re kiriye, di encama wȇ de 220 hezar kes hatine kuștin”. Wezȋrȇ Derve ȇ Firensȋ dibȋne ku ” Rejȋma Beșarȇ Esed ȗ tiroristȇn Daișȇ Du rȗ ji yek pereyȋ re ne, piștgiriya hev dikin”.
Fabyos di hevpeyvȋneke taybet de bi kenala “BFM” a Firensȋ re ȋroj got: ” Esed bi berdana girtiyan nav di tirorȇ de dide, destnȋșan kir ku ev nayȇ wateya Beșar piștȋ kuștina 220 hezar kesȋ ȗ derbderbȗna melyonan parȇzer e “.
Fabyos tekez kir: ” Çare li Sȗryayȇ divȇ ku siyasȋ be, bȇ Beșarȇ Esed “. ȗ berdewam kir: ” Em li ser vȇ yekȇ bi hindek dȋ mȋna Rȗsan ȗ hin dewletȇn Erebȋ re kar dikin ta bigihȇn lihevkirinekȇ yekȋtiya Sȗrȋ ȗ mafȇ kȇmnetewan biparȇze”.
Berdevkȇ fermȋ bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Salim El- Mislit tekez kir:” Koçkirina Esed mercȇ serek bo derbasbȗna çi serastkitrina siyasȋ de ye “. Di daxuyaniyek berȋ niha de Mislit got:” Ev merc berȋ ku yȇ sereke ji Hevbendiyȇ re be, ew yȇ sereke ji milletȇ Sȗrȋ re bȗ ȗ hȋn jȋ ew e, ku her tiștȇ buha ȗ giran di ber de daye “.
Jȇder: Hevbendȋ