Wzȋrȇ Derve ȇ Birȋtanȋ Filȋp Hamond ȗ ȇ Firansȋ Rolan Fabyos tekez kirin ku welatȇn wan tu kedȇ bo pȇkanȋna operasyona veguheztineke siyasȋ li Sȗryayȇ bȇ Esed venașȇre, di hindirȇ serastkirinek siyasȋ ku hemȗ aliyȇn Sȗrȋ li ser lihev bikin, ȗ rê veke ji damezrandinahikȗmeta yekȋtiyek niștimanȋ li Sȗryayȇ. Ev yek derfetȇ dide milletȇ Sȗrȋ ku hȇviyȇ bi pȇșerojȇ nû bike, ȗ rê bide me kû em hokarên hebûna Daiş ji kokê ve çareser bikin.
Her du wezȋran di gotareke hevbeș de ȋroj tekez kirin:” Esed bi xwe ewe yê kû, piştgiriya ne heqiyî , tevlîhevî ȗ tundrewiyȇ dike, û Firensa ȗ Birȋtaniya bi nȇt in ku rȗ bi rȗ dijȋ van her sȇ tiștan rawestin”.
Her du wezȋran bi gumanin li ser rastiya erȇkirina Esed derbarȇ rawestana bumbebarankirina sivȋlan li deverȇn Helebȇ di 6 hefteyan de – li gor pȇșinyara șanderȇ Netewȇn Yekbȗyȋ Stȋvan Dȋ Mȋstora, ji ber ” Kiryarȇn Esed yȇn bȗrȋ nahȇlin merov ji tiștȇ ku dibȇje bawer bike, ji ber șerekȋ Berberȋ dijȋ milletȇ Sȗrȋ meșand, ȗ lȋsteyek bi tawanȇn cengȋ ȗ tawanȇn dijȋ mirovahiyȇ di siyaseteke rȇbazkirȋ de Esed pȇk tȋne” .
Her du wezȋran wisa berdewam kir:” Divȇ em bikaranȋna çekȇn kȋmawȋ ȗ tundiya tewș dijȋ sivȋlȇn Sȗrȋ ȗ wȇneyȇn bitirs ji tawanȇn ișkenckirin ȗ kuștinȇ di zindanȇn Esed de ku “Qeyser” ȇ ji rejȋmȇ perçe bȗbȗ eșkere kirin jibȋr nekin”.
Her du wezȋran diyar kir ku:” Esed ji berȋ salekȇ qelstir bȗye, ȗ hȋn jȋ qels dibe, hejmara artȇșa wȋ bi reva serbazȇn wȋ di kêmbûnî de ye, herweha mecbȗr bȗye nandozȇn ji deverin dȗr ta Asya di artȇșa xwe de biçek bike, niha ew bȗye lȋstokek di destȇ aliyȇn li deverȇ jȇ re alȋkar in, mȋna Milișiyȇn Hizbillah ku ew hȇza li paș rejȋma wȇ a desthilat in”.
Wezȋran wisa jȋ gotin: ” Pișinyara Esed bo dȋtina çareyekȇ dijȋ komȇn tundrew tȇ wateya nefamkirina sedemȇn tundrewiyȇ, ji ber piștȋ ketina 220 Hezar kuștȋ ȗ bȇçariya Melyonan ji milletȇ Sȗrȋ ji bo derbiderbȗnȇ, bȇhișiyek mezin e ku em guman bikin piraniya Sȗriyan dixwazin bi vȋna xwe di bin destȇ ȇ ku jiyana wan kiriye dojeh bijȋn, em naxwazin xewnȇn wan di pȇșerojeke baștir bȇ Esed biherifȋnin bibe sedemek ji veguhestina Sȗryan ber bi tundiyȇ de, ajotina kesȇn ne tund ber bi tundrewyȇ de, ȗ rê xweşkirin ji tundrewan di Sȗriyayȇ de”.
Berdevkȇ fermȋ bi navȇ Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ Salim El Mislit ȋro tekez kir: ” Çȗna Esed mercek sereke ye ji bo derbasbȗna her çareyek siyasȋ re”. Herweha got jȋ: ” Ev merc , berȋ ku xwesteke sereke ji Hevbendiyȇ re be, ew xwesteka sereke ji mileetȇ Sȗrȋ re bȗ ȗ wȇ bimȋne, ku her tiștȇ buha ȗ hȇja di ber de daye”.
Jȇder: Hevbendȋ – El – Heyat.