Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Yalcîn Aqdoxan got; ku Enqera daxwaza devereke armam bi firehiya 10km an li hundirê Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê yê Başûr dike ku bajarê Izaz jî di nav de ye.
Aqdoxan lêzêde kir:”Lîstikek heye niha tê kirin, ku armanc jê guhertina demografî ye. Û divê Tirkiyê ne beşek be ji vê lîstikê”.
Aqdoxan di hevpeyvînekê de ligel telivizyona Xeber got:”Tiştê em dixwazin, ew e avakirina devereke ewle ku Izaz jî têde ye bi firehiya 10km an li hundirê Sûriyê, û ev dever divê ji şer vala be”.
Ji aliyê xwe ve Rawêjkara Almanî Ancêla Mêrkil careke din piştevaniya welatê xwe bo avakirina devereke aram li dijî firînê li Sûriyê anî ziman, û destnîşan kir ku ev dever dê kuştin lê tine be, û koçberiya sivîlan li bajarê Helebê namîne.
Mêrkil di kongreyekî rojnamevanî de Doh, li Berlînê got:”Avakirina devera li dijî firînê li Sûriyê, dibe ku destpêşxêriyek baş be, û gengeşeya vê mijarê dê di heyama giftûgoyên niha de bibe”.
Mêrkil pesnê encamên giftûgoyên heftiya bûrî li Miyûnixê da, û lêzêde kir ku”Tevî vê yekê em ti kêmbûna asta êrîşên leşkerî yên Rûsya û rêjîma Esed li ser Heleb û Izazê nabînin”, û tekez kir ku ew êrîş berûvajî biryara ku Encumena Ewlekariyê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di Çileyê Pêşî de stendibû.
Jêder: Hevbendî+ Hin Ajans