Nûneritiya bilind ya Netewên Yekbûyî ya ji bo karûbarên penaberan, melevana Sûrî ya penaber Yûsra Mardînî wekû balyoza niyetên pak di kongirekî li nivîsgeha Netewên Yekbûyî li bajarê Cinêva Siwêsrî roja pêncşembê destnîşan kir.
Mardînî kêfxweşiya xwe bo nûnerîtiya penaberên Sûrî anî ziman û got “ez li Berlînê dijîm û gotaran bo pênasîna kêşeya xwe pêşkêş dikim”, daxwaz ji hemû penaberan kir ko jiyan û xwendina ji asta ko lê rawestiyane berdewam bikin.
Mardînî ya temen 17 salî ya ko bi şens bû ko piçûktirîn balyoza niyetên pak bê destnîşankirin tekez kir, ko giring e di Lîstikên Olompî yên dahatî de, ku wê li Tokyoyê di 2020an de çêbibin, tîmeke ko nûnerîtiya penaberan bike bête damezirandin.
Mardînî berî nuha ji Şamê peytexta Sûriyê çûbû Tirkiyê, piştî şerê ko Esed li dijî miletê Sûrî dest pê kiribû, û Mardînî ji Tirkiyê çûye Yonan û derya Îce bi avjeniyê derbas kiriye heta ko gihaye cezîra Lîsibos (Midlî) ya Yonanî.
Mardînî wekû penaber gihaye Elmanya û rahênanên xwe yên di ware avjeniyê de li yaneke paytextê “Berlîn” berdewam kiriye, û di “tîma werzişvanên penaber yên olompî” ya ko li bajarê Riyo Dî Canêro yê Berazîlî havîna par beşdar bûye, Piştî ko komîta olompî ya navdewletî yekem care di dîroka Lîstikan de ko destûra damezirandina tîmekê didin, ko ne nûnerîtiya welatekî tenê dike, lê ew nûnertiya penaberin ji çend welatan dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans