Wezȋra Karȇ Derve Fȋdȋrȋka Moxrȋnȋ li ser veguhestina siaysȋ li Sȗryayȇ di riya çareya siyasȋ bȇ Beșarȇ Esed tekez kir.
Moxrȋnȋ got:” Hȋn daxuyaniya Cinȇvȇ lȇveger e, ȗ divȇ Sȗrȋ derbas bibe qonaxa veguhestina siyasȋ bi serkirdeyek Sȗrȋ di çarçoveya lihevkirina di navbera Hevrikiyȇ ȗ rejȋmȇ derbarȇ pȇșeroja welat”.
Alȋkarȇ Wezȋrȇ Karȇ Derve Bo karubarȇn Rojhilata Navȋn Tony Bilinkin berȇ tekez kiribȗ: ” çareya siyasȋ li Sȗryayȇ di bin siya Beșarȇ Esedȇ diktator ku millet bi xaz ȗ bermȋlan bumbebaran dike nemumkin e”.
Bilnkin tekez kiribȗ ku Wașinton karê çȇkirina guhertinek siyasȋ li Sȗryayȇ û pȇkanȋna hikȗmetek ji hemȗ pȇkhatiyan ya ku xwestekȇn milletȇ Sȗrȋ di azadȋ rȗmet ȗ aramiyȇ de pêk bîne dike.
Ji hȇla xwe ve Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ tekez kir ku : ” Esed ji desthilatiyȇ derketiye, ȗ niha milișiyȇn çekdar ku ji derveyȋ destȗrȇ șer dikin bi rȇ ve dibe, lewre mana wȋ li serȇ desthiatiyȇ karekȋ di warȇ navdewletȋ de nepejirandȋ ye, ji ber nabe ku tawankarȇ tawanȇn dijȋ mirovahiyȇ kiribin, serok be”.
Jȇder: Hevbendȋ