Hêzên Şêx Elkerame li parêzgeha Elkerame duhî duşembê di daxuyaniyekê de rêjîma Esed bi derbaskirina endamên rêkxistina Daişê bo Siwêda di bin parastina Rûsan de tawanbar kirin, û dibîne ko amanc jê ew e çêkirina gef û fişardan li ser ewlehiya sivîlan, û bo peymana lihehatina kotekî bipejirînin.
Daxuyaniyê got ko rêjîma Esed berdewam e di fişarê de li ser xelkên “Elcebel” û ewlehiya wan dixin bin gefan de bi riya derbaskirina rêkxistina Daiş bi parastineke Rûsî bo parêzgehê, an jî bi têkbirina ewlehiyê ya ko ji hêla rêjîmê ve pêk tê, bi rêka kesên xwefiroş û karmendên di bin parastina alavên ewlehiya rêjîmê de, li gora di daxuyaniyê de hatiye..
Daxuyaniyê bal kêşand ser ko rêjîm awayine din ji bo gihiştina amancên xwe bikar tîne, ji wan jî ‘’ birçîkirin, belengazkirin, buhakirina samanan‘’ li Siwêda, bi sedema dahatiyên ji hêla dewletên dagîrker têne talankirin.
Daxuyaniyê tekez kir ko Hêzên Elkerame radestkirina çekên xwe an pejirandina lihevhatina kotekî bi rêjîmê re red kirin, û got ku ew pêşinyaz tenê “şayistî tiroristên rastyeqîn in, yê ko kuştin kirine û welat wêran kirine”.
Daxuyanî behsa kesên bi kotekî hatine veşartin di “zindan û qesabxaneyên mirovan”de yên bi ser rêjîmê ve, û destnîşan kir ko hemû tohmetên bi girtiyan vedikin ne rast in, û bi raya siyasî ve girêdayî ne, û bêtir got ko hêj tiroristên rastî azad in, û li pêş çavên ewlehiya rêjîmê diçin û tên.
Toreya Elsiwêda 24, rewşa girtina kotekî û têkçûna ewlehiyê û girtin û revandinê û dizî û nijdevaniya ji hêla komên çekdar ya li jêr çavdêriya rêjîmê pêk tê, xist hustê dezgehên ewlehiya rêjîmê de.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî