Berlemanȇ Herȇma Kurdistanȇ ȋroj daraştina pirojeyê yasaya avakirina Kobanȋ bidawȋ kir.
Berwa Elȋ Endama Berlemanê Kudistanê ȗ endama șandeya ku vȇ dawiyȇ serdana Kobanȋ kiribȗn got: șandeya amadekirina rapora taybet li ser rewșa mirovahȋ li Kobanȋ karê xwe bidawȋ kir, pirojeya yasaya beșdariya Herȇmȇ di dubare-avakirina bajȇr de bidawȋ bȗ, ȗ wȇ pirojeya vȇ yasayȇ pȇșkȇșȋ serokatiya berleman bibe ta ku gengeșe ȗ imzekirin bibe.
Pirojeya vȇ yasayȇ li ser pȇwistiya beșdariyȇ di avakirina Kobanȇ, ȗ handana tȋmȇn endezyarȋ bo serdana bajȇr tekez dike, herweha pȇșkȇșkirina alavȇn naskirina bumbeyan, bi hevrȇziya bi rȇxistinȇn navdewletȋ ȗ herȇmȋ re, ȗ bikaranȋna herȇmȇ ji tȇkiliyȇn xwe yȇn navdewletȋ re bo handana civaka navdewletȋ da ji bo Kobanȇ bilive.
Hȇja ye gotinȇ șandek ji cȋgirȇn berlemana Kurdistana Iraqȇ nȋvȇ heyva Sibata bȗrȋ, bo amadekirina raporekȇ li ser pȇșketinên rewșa dawȋ li bajȇr, ȗ gotubȇjkirina awayȇn jinûveavakirina wȇ gihiștibȗn Kobanȋ.
Jȇder: Hevbendȋ – Rȗdaw