Emȋna Erdogan Hevjȋna Serokȇ Tirkȋ Receb Teyib Erdogan roja Pȇncșembȇ 5/3 got: ” Hemȗ rȇxistinȇn Hawarçȗna Navdewletȋ di ezmȗneya mirovahiyȇ de tȇk çȗn, Tirkyaya comerdtirȋn dewlet di cȋhanȇ de ye, kampa ku me ȋroj vekir diyartirȋn nimȗne bo vê gotinȇ ye”.
Ev gotin di daxuyaniykȇ ji hevjȋna serokomar re di rȇȗresmȇn vekirina “Kampa Sirȗcȇ” a nȗ bo penaberȇn Sȗrȋ li qezaya Sirȗcȇ, li wilayeta Șanlȋ Orfa Bașȗrȋ Rojhilatȋ Tirkiyayȇ hatibȗ, ȗ bi amadebȗna Wezȋrȇ Fȇrkirinȇ “Nabȋ Ucȋ” ȗ Wezȋrȇ Malbat ȗ Karubarȇn Civakȋ “Ayișe Nȗr Islam” ȗ Serokȇ Desteya Boblat ȗ Awarteyan ya Tirkȋ (Avad) “Fuad Oktay”, ȗ herweha nȗnerȇn rȇxistinȇn Civaka Sivȋl.
Erdogan diyar kir, ku Kurdȇn penaber ji bajarȇ Kobanȋ ji parȇzgeha Helebȇ, mȇvȇnȇn me ne ta ku bajarȇ wan ava dibe.
Hevjȋna Serokȇ tirkiyê destnȋșan kir, ku Tirkyayȇ beșek mezin ji budceya xwe ya 2013an bo mȇvanȇn xwe terxan kiriye, ȗ wȇ di destgirtina destȇ bindestan de li her deverȇ berdewam be, rojȇn giran biratiya me ȗ hevpariya çandȋ xurt dike, ȗ got: ” Bijȋ Biratiya Tirk û Kurd ȗ Ereban “.
“Avad” kampa nȗ li devera Sirȗcȇ ava kiriye, li gor rewșȇn zivistanȋ amadekirȋ ye, tȇra 35 Hezar kesȋ dike. Berȋ niha Avad ew li penagehȇn demkȋ pȇșwazî dikirin. Ev kamp ya herȋ nȗjen ȗ pȇșketȋ di cȋhanȇ de ye ta niha.
Jȇder: Hevbendȋ – Ajansa Enadolȇ Ya Nȗçeyan