Sekretariya Giştî ya Encumanê Niştimanî yê Kurd, di beyanek xwe de êrîşên tîroristane yên rêxistina “Dewleta Islamê Li Îraq Û Şamê ” (Da´iş) li ser deverên Şingal, Zumar,Tile´fer û Rebî´a şermezar kir, û ew êrîş dîtin wek berdewamiyê ji êrîşên wê rêxistinê re li ser herêmên kurdî (Efrîn, Kobanê û Cezîrê), ” li gor pîlaneke rêbazkirî tijî zikreşî ji bo tirsandina xelkên wan deveran û koçberkirina wan û valakirina herêmê ji xelkên wê yên resen, û qirkirinên nijadî û olî pêkbînin nemaze dijî kurdên Êzîdî”
Sekretariya Giştî ya Encumanê Niştimaî yê Kurd bangawazî ji tevaya hêz û partiyên Kurd û Kurdistanî re şand, ji bo di yek rêzê de di rûyê van êrîşên Berberî de rawestin, û bang li hemî rêxistinên navnetewî û mirovî û raya cîhanî ya giştî kir, ji bo şermezarkirina van karên tîrorîstane bikin, û piştgiriya gelê kurd bikin li kurdistana Îraqê û helwîsteke diyar bistînin sebaretî van êrîşên hovane, û ji bo parastina tevaya pêkhatan nemaze birayên me yên Êzîdî yên ku ji sedên salan de azara çewisandina olî kişandine.