Çarșemba Sor li gel Êzȋdiyan bi navȇ sersalȇ tȇ nasȋn, ȗ ji kevin de kȇfȇ pȇ dikin, lȇ vȇ salȇ șahiyȇn wȇ ji ber bȗyerȇn ku li Șingalȇ piștȋ ȇrȋșȇn Daișȇ qewimȋn, betal kirin .
Celal Zibȇr Kurdekȋ li gundȇ Kerengo li parȇzgeha Hesekȇ ye ji me re li ser taybetmendiya vȇ salȇ axivȋ ȗ got:” Me vȇ salȇ șahȋ bo Çarșemba Sor ji bo rȇzgirtina qurbaniyȇn Êzȋdiyan li Șingalȇ nekirin, em hȇvȋ dikin di salȇn bȇ de cejn di rewșin aram ȗ aștiyane de bê”.
Li gor șȋrovekirina Bedȋ’h` Me`imo nȗnerȇ Êzȋdiyan di Emaneta Encumena Niștimanȋ Kurdȋ de (ENKS); wateya Çarșemba Sor li gel Êzȋdiyan cejna siruștȇ ye, dawiya tariyȇ ȗ sermayȇ ye, ȗ destpȇka ronahiyȇ ȗ geșbȗnȇ ye .
Me`imo tevahiya cȋhanê bi helkefta cejna Çarșemba Sor pȋroz kir, hȇvȋ kir ku șahiyȇn salȇn bȇn dawiya zilm ȗ zora diktatoran be, herweha hȇvȋ kir ku ev cejin bibe cejnek niștimanȋ li seranserȋ welatȇ Sȗrȋ.
Bi vȇ helkeftȇ Komeleya Yezȋdȋ duh li Efrȋnȇ li wargeha komeleyȇ li bajȇr, festȋvalek gotarȋ lidar xist, serokȇ komeleyȇ tȇ de gotinek pȇșkȇș kir, li ser bereket ȗ xȇr ȗ bȇra vȇ rojȇ axivȋ, ȗ diyar kir ku wan ȋsal șahȋ bo vȇ cejnȇ lidar nexistine ji ber kuştarȇn derheqȇ Kurdȇn Êzȋdȋ li Șingalȇ çȇbȗn.
Ce`ifer Kurdekȋ Êzȋdȋ ji Efrȋnȇ ye, li ser vȇ cejnȇ axivȋ ȗ got:”Di bȋr ȗ baweriyȇn me de, ew destpȇka jiyanȇ ye, dema ku Melekȇ Tawȗs di vȇ mehȇ daket, jiyanȇ destpȇ kir, lewre serjȇkirin, kolandin, jȇkirina şînkayî, ȗ hemȗ çalakiyȇn ku jiyana çi jȋndarȋ bidawȋ dike, di vȇ rojȇ de heram ȗ qedexe ne “
Ce`ifer berdewam kir, me gelek ȇș ȗ azar ji rejȋma Be`is di mecbȗrkirina me de ji bo bikaranȋna rȇȗresmȇn Islamȋ ȗ xwendina Quranȇ li dibistanan kișandiye, ku nedibȗ em bȇjin em Êzȋdȋ ne,ji ber oleke bindest bȗ, nedihat hiștin ku em rȇȗresmȇn ola xwe bi awayekȋ eșkere pêk bȋnin, lewre beșekî mezin ber bi Ewropa de koç kirin, ȗ rȇjeya vȇ koçkirinȇ piștȋ bȗyerȇn Șingalȇ zȇdetir bȗ.
Jêder : Hevbendî