Balefirên rejîmê îroj parêzgeha Derʾa bi 16 bermîlên teqîner bumbebaran kir di heman dema êrîşên bi sarûx û tankan li ser deverên avahî û sivîl yên ne di bin destê rejîmê de ne. balefirên cengî du bermîlên teqîner avêtin ser bajarê Şêx Miskîn li Gundewarên Bakur Derʾa yê, û yek dî li ser bajarê Newa, û du bermîl li ser bajarê Casim. Herweha balefirên rejîmê bi bermîlên teqîner çend êrîşên azmanî kirin, hindek avêtin ser bajarokên ” Ibteʾ- Hirak – Feqîʾ – û Til Elmisbih nêzîk Dêr Eledes.
ji hêleke dî ve tankên hêzên Esed yên li Liwayê52 bajarê Hirak bi hejmarek ji bumbên tankan armanc kirin, û bubebaranek wisa li ser bajarê Casim jî ji Liwayê 15 pêk hat. Hêja ye gotinê ku ev êrîşên hovane ji hêla rejîma Esed ji dema derketina pirên deverên Istratîjî li parêzgehê ji bin destê wî berdewam e, ji destpêka destdanîna ser Til Elhara ya Istratîjî ku bilindtirîn dever li parêzgehê ye, û dûv re destdanîna ser bajarê Şêx Miskîn û Newa, û girên derdorê.
Mulazim. Şerif Elkayid di daxuyaniyekê de tekez kir ” Dor 40 leşkerên hêzên Esed û Milişiyên Hizbillah yê tirorist di şerê Şêx Miskîn de hatin kuştin, û destkeftiyên wan 7 tank û 3 erebeyên bi reşaşên Doşka li ser wan, û tibabek mezin ji çekan bûn. Herweha berî du rojan bi dehan ji hêzên Esed di teqîna mizgeftekê li Derʾa ku bi mayîna çandibûn ta ku nekeve destê şoreşgeran de hatin kuştin. Mizgefta Şêx Ebdilezîz Ebazîd li Derʾa – Elmeheta bi temamî hat wêrankirin, piştî teqîna ji ber pevçûnên dijwar bi artêşa Azad re, ku gulleyan hindek mayîn teqandin û ew jî bû sedema teqîna mizgeftê û herifandina wê bi ser şebîheyên di hindirê wê de bûn “.
Razgirê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî tawanên Esed yê hovane şermezar kirin, û di daxuyaniyekê berî niha tekez kiribû ” Rejîma Esed kirêtirîn kiriyarên serjêkirin û şewatê dike, û bermîlên teqîner, û bumbe û çekên kimawî bi ser milletê Sûrî de davêje, ew berpirsê yekem e li ser derketina tundrewiyê û geşkirina wê li Sûryayê, ew e ê ku tirorê xwedî dike, û fermandariyê lê dike”. Herîrî doza xwe bo hevpeymaniyê nû kir, ji wan xwest ” Operasyonekên leşkerî bibin ser wargehên rejîmê, danûstendinê bi wan re bike mîna rêxistinên tirorê yên dî “.
Jêder: Hevbendî – Ajans