Îro 22 vê heyvê Emîndariya Giştî Ya Encumana Niştimanî Ya Kurd, amara dawî ya hilmeta berhevkirina imzeyan di kongirekî rojnamevanî de li bajarê Qamişlo ragihand.
Muhsin Tahir Serokê Nivîsgeha Xwecihiyan, ji alavên ragihandinê re hejmara dawî ya imzeyan diyar kir û got ” hejmara dawî ji imzeyên ku ENKS li hundir û derveyî welat bi dest xistiye 625400 imeze ne” .
Ji hêla xwe ve Ibrahîm Biro serokê ENKS spasiya gelê kurd û hemû kesên ku beşdarî vê hilmetê bûn kir, her weha spasiyek taybet da alavên ragihandinê, yên ku hilmeta wan gav bi gav şopandin.
Biro di axavtina xwe de behsa astengiyên ku li hember hilmeta wan derketin kir, û esayiş û alîgirên partiya Yekîtîya Demuqrat PYD pê tuhmetbar kirin
Tê zanîn ku ENKS bi hilmeta berhevkirina imzeyan rabû, da ku doza kurdî wek xaleke sereke di kongirên navdewletî de yên taybet bi Sûryê bê giftûgokirin.
Jêder: Hevbendî