Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa diyar kir ko Rûsya hêjî hewil dide hebûna arîşeya siyasî li Sûriyê mandel bike, û hewil dide vîna xwe û tişta ku dixwaze bi zorê li ser miletê Sûrî feriz bike.
Mistefa di daxuyaniyekê de îro got ku hevdîtin û peywendiên navdewletî û daxwuyaniyên derbarê wan hevdîtinan û yên ku pirê caran nakok in bi hevre şêweyê hin tevgeran ji bo çalakkirina pirosêsa siyasî nîşan didin, û da zanîn ku pirosêsa siyasî wê kartêker be dema ku xelkên Sûriyê jî tê de beşdar bin.
û got ku nevegera penaberên Sûrî li ser daxwaza Rûsya bo welat ‘’ tirsên wan yên rewa ko têkevin ber çewisandinê bi destê hêzên Esed careke din ‘’ dide xuyakirin, destnîşan kir ko raportên navdewletî berdewam rewşên girtin û operasiyonên êşkencekirina rêbazkirî li hindirê zindanan aşkere dikin.
Berdewam kir: pêkanîna veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ew bingeh e ji çi operasyonek siyasî re, bal kişand ser giringiya cîbicîkirina madeya 14ê ji biryara navdewletî ‘’ya ko tekeziyê li ser pêwîstiya amadekirina rewşê bo vegera garantîkirî ji penaber û derbiderên hindirîn bo herêmên wan yên bingehîn dike.‘’
Got: ‘’ berdewamiya Mosko di bikaranîna hêzê de ji bo ferzkirina ecindeyên xwe biser nakeve ‘’, tekez kir ko giring e nûnerîtiya karûbarê penaberan bi berpirsiyariyên xwe rabe bo cîbicîkirina pîvanên navdewletî yên derbarê penaber û derbideran, her weha tekez kir li ser destpêkirina vegera penaberan li herêmên wan yên resen, û operasiyonên derbideriyê yên nû bên rawestin di riya pêkanîna agirbestek bi tevahî .
Serokê Hevbendiyê bêtir got aşkerekirina rojane ji rastiyan re yên der barê tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovahiyê yên ko rêjîma Esed pêk anîne, dê berpirsyariya Mosko zêde bike, yê ku garantor e ji rêjîmê re û li pêşberî encûmena ewlehiyê berevaniya rêjîmê dike, bi taybetî dema radestkirina bi hezaran malbat belgeyên di riya “lîsteyên mirinê” yên ku mirina zarokên wan di bin êşkenceyê de di girtîgehên rêjîmê de diyar dikin .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî