Birêveberê berevaniya sivîl ya Sûrî Raid Elsalih, daxwaz ji Rûsiyê kir ku nema derewan derbarê rewşa Sûriyê bike, û tekez kir ko firokên rêjîmê û Rûsya sivîlan û bargehên tendiristî û yên jîndariyê amanc dikin.
Di hevdîtinekê de digel tilivizyona Deutsche Welle ya Elmanî duhî înê Salih got: ‘’ eger Potîn dixwaze çareserî li Sûriyê pêk were, gerek firokên Rûsî nema nexweşxane û dibistan û navendên Kumsipiyan û bazaraên tije xelk bombebaran bike.‘’
Û destnîşan kir ko “Netewên yekgirtî tekez kir ko firokên Rûsî bi hezarên êrîşên asmanî birine ser sivîlan li bazar û nexweşxane û dibistan û komên niştecihan li Sûriyê”.
Elsalih diyar kir ko ‘’Rûsya îro piropagendake ragehandinî bikar tîne derbarê vegerandina penaberên Sûrî bo herêmên ko ew dibêje aram in, di heman demê de Heleb, Hums, Dareya û Xûta rojhelat berê kontrol kirine û çi sivîl venegeriyane wan bajaran. ‘’
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa, duhî diyar kir ko Rûsya hêj hewil dide hebûna arîşeya siyasî li Sûriyê mandele bike, û hewil dide nerîna xwe li ser miletê Sûrî bi zorê feriz bike.
Serokê Hevbendiyê bêtir got ku aşkerekirina rojane ji rastiya tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê re, ko rêjîma Esed pêk anîne, dê berpirsiyariyê li ser Mosko zêde bike, ji ber ko ew xwe garantorê rêjîmê dibîne û li pêşberî encûmena ewlehiyê berevaniya wê dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî